mûsmî seyran û geşte sewze seḧra kake gyan

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 1 minutes  478 views
mûsmî seyran û geşte, sewze seḧra kake gyan
zeřřeye çayîm nemawe, şêt û şeyda kake gyan
xot ezanî çayî qurban ba’îsî dił cem’îye
êste wa min bûm bebê ça wêłî seḧra kake gyan
lem zemane her kesê îslame qet bê ça nebê
kes bebê ça, ça nîye cuz ḧeq te’ala kake gyan
ya xuda hîç kes wekû min wêł û sergerdan nebê
zahîren însan û batîn wek muqebba kake gyan
her xuda bê ça bê çake nek minî ẍembar û şêt
çun bekullî lam nemawe hoşî dunya kake gyan
min ke sabîq aşkira bû zîrek û ferzane bûm
êste bê bimbîne bê ça, şêt û řîswa kake gyan
çake îzrem ça binêrî bo wîsałîPen name zûbezû
ba bimênê, nek nemênê bimrê bê ça kake gyan