diłsozî û amojgarî bo nîştiman

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 5 minutes  114 views
haw gel, haw wiłat, birayanî kurd
be řêgay weten, biřon nerim û wird
çawêk hełênin, bibînin çira
serberz esûtê be şew aşkira
gya û sewzewat, řû le hewrazin
her le řûy siruşt, ew hewa xwazin
le wêney xotan biken temaşa
danrawe ser le jûrî bała
xełkî le berzî hemû bexêwin
boçî her êwe serewnşêwin?
nemam serewjêr eger binêjî
be xwa qet berî nabê biçêjî
tîn den be xotan, bicûłênewe
le destî dujmin metûłênewe
wekû mêşengiwîn şarit bîna nê
gewreyî xełkî mekře be nanê
dujmin le cêgat şare zergete
jehrî çizûy ew, piřî cergite
ey kurdî ẍembar, ẍemxiwarit nîye
yar û dyar û dîdarit çîye?
baẍ û řaẍî to, zewî û hêlane
be tapoy dujmin, le ton bêgane
daykî wiłatit dujmin hełîgirt
çakî tê bige qisey kem û kurt
gewrey ecnebî, ziřbabî napak
çon pê bigeyênê, daykibray çak?
ḧaşa wekella, ger nefis û şeytan
bo to bêne ser řewişt û guncan
derya hełsita, bikewne pele
le wişkî hewa, mekewne mele
bê dak û bab û, hemû hetîwin
derûn tepîw û, qamet çemîwin
nexoş û sîldar, bê wesîldarin
boye derbeder ladê û şarin
sîldar hewałey hewa çoł ebê
nexoşî êwe, boçî moł ebê?
bê tedbîr û řa û, şirînge û tebîb
lenaw małî xot, bûyî gořẍerîb
mîkirobî řoḧit nayêne kuştin
meger be xorak, yaxo be şûştin
saẍîyş be bûne, gewreş bûn minał
çêştitan germ û sard, swêr û tîj û tał
pêşçûn bênne pêş, desken be e’mal
«hîmّeةû alircalْ, teqle’u alcîbalْ»Arabic
her kes be pêy xoy, pîşey cya bê
ta řegî îştan, řîşey çya bê
hemû meyanêk, witrawî ewê
hemû zemanêk, pyawî ewê
le bê kirdarî, ta bê kiławin
le řojî germa, ser heł kizawin
le sermay şewîş, peyda ’elamet
fiř ken çiłim û lîk, bigirin hełamet
gwêtan bi’axnin, bo mêşkî be aw
heta bekarbê pîwazî pîşaw
mebyen witey kes ke naberawe
biçûkî xoştan bihênne řawe
ebînin baran, le ẍêm û hewre
zore, be ten kem, be aqił gewre
řût û řecałî xotan mehêłn
xizmetkarî řût, hemû be fêłn
ey dewłemendan desken be bexşîn
bergêk bipoşin, jyanî nexşîn
zû bigre meydan, pişt mede dujmin
marî řeş be kilk eçête naw kun
piştênî çustî xêra bibestin
le řûy karzar, aza bwestin
bo piştîwanî yektir bin dilêr
mêrd ke zor bûn, ediřn pêstî şêr
xaktan be me’den, be zêř û zeber
be tîjawî hoş, bibin behrewer
çek û esleḧey lê dabřêjin
nemamî fîkirî têda binêjin
pîrejin, kepek egrê be hêłek
ardî saẍ eka be nan û nimek
xo pyawin êwe, zû bigen be kam
kakił derênin le gwêz û badam
yek ba leserbê, wek aş, yek le bin
le beynî dû berd bihařn dujmin
hêndê bo hêndê, pê lê nexşênin
gurzî be ḧuccet qet naweşênin
zînhar, gewrekan besîyetî nîfaq
pał biden be yek, bigirin îttîfaq
tema’î şexsî binên belawe
qazancî qewmîy, nurî dû çawe
yek dewłemend û, yek řût û bê ḧîs
řîşî tema’kar, be kîngî muflîs
xuda be gwêrey kartan eka
ke řêk bin, be bext yartan eka
ta xotan le xo têk neden, xuda
lêtan têk nada, kurdî lêkcuda
hêndê le ’êraq, hêndê le êran
hêndê le tûran, bûn mał wêran
buřadey ałtûn, nabête lîre
ta nexrête coş, ey babe pîre
buřadey połaş, fûy lêke eyba
ke pałî pêkda, tifengîş nayba
biřwane lîwe û xakî qelender
ke komeł kiran, ebin be senger
zana û xwêndewar, ḧîkmet şunas bin
ser berzî jyan, ehlî qyas bin
le řûy syaset, perwerde ken jîn
be ’edil û însaf, le ser řûy zemîn
řoj her řojêke, be çwar fesłî sał
sêsed û şest cê, dênête bin bał
řoj xoy sułtan û, fisûł wezîrin
dwazde burcekan hemû debîrin
şew û řojekan herweku mîllet
hêndê be dewłet, hêndê be zîllet
be bûnî sen’et bibûjênewe
le dergey xełkî menûzênewe
wa całcałoke, caw řayeł eka
ḧezretî şêxîş ḧemayeł eka
kirmî awrîşim û, kirmî qereqac
awrîşim û kej ken, toş bibye lac lac
cêy pêkenîne, nek cêy giryane
bo herçî kurde, nek çî însane
ewey şêx gêřay benaw serweran
ne xwa fermûye, ne pêẍemberan
«tubwa alî alilh»Arabic le lay şêx nîye
sûdî terîqet, bizanim çîye?
şeytanî însan benî ademe
şeytanî cindan, bome zor keme
hełmexełetên be mekir û be fêł
serçawey řûntan, hergîz meken lêł
werne îşukar, têkoşin be dił
binêjin sunbul, biçnin taze guł
ger naştiwanin îşî be tenqîd
řazîm le êwe, ḧetta be teqlîd
pêwîst ezanim leser behrewer
emrî be çake û, nehî le munker
gerçî meta zor mawe le bazař
mebêje řacîPen name, çî dîke guftar
newek pêt biłên, le qat û qiřî
mêşkî mey bird û, gerûy xoy diřî!