newrozî sałî 1964 - dengî cutyaran

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 5 minutes  129 views
ke newroze îmřo le sałî nwê
beramber wełatit, de şil ke gwê
bibîse û, binûse û, bikoşe behêz
le hozit bibeste mebestit beřêz
be xawen ke gułzar û aw û zewît
biřazênewe her biłind û newît
bibe xizim û cîran, bike peyřewî
hemû bîrî berz û kesan ke kewî
bike xizim û hozit to amojgar
biçêne le xakit hemû çeşne dar
bikêłe zewî û zar, comał bike co
le saman û berhem, piřî ke meko
be karî girîngit, bigêře mişûr
be çingî piłîngit, bikêşe le dûr
hemû core pincêk biçêne le bax
le bê mîweyî, qet mexo ax û dax
le hozit bitexşêne, her hêzî xot
be boşî mehêłe xetêk werd û şot
be komeł, wełamî bide nîştiman
mepřijê le tirsî bed û dujminan
berî sałî tazet ke newroze, hat
nelengê le jêr bar, şanî xebat
le dujmin be teng bêne dinyay pan
diłî derbike û, îtir meyde wiçan
ezanin kuřî nûḧ û zerdeştî to
wecaxî xelîlî, bebê giftugo
ke bedgoy wełatit xizanê le řox
exwazin derênin demarit le mox
wiłatit çilon bû, be dest turkekan?
xerîk bûn nehêłn, çi nawwinîşan
legeł întîdab û, supay îngilîz
le dû řûy wişanî «fekunْArabic, ya pilîz»
dway wan, ke şahîy qerarî dira
silêmanî, beydaxî lê hełkira
be çendêk desîsey bedanî le’în
şika mafî kurdî be zam û birîn
le řêgey umem, kurd be «feyseł» dira
xyanet kewte naw hoz û xizim û bira
be «’ebdulhîlak» û be «nurî se’îd»
cehendem tikay kird be «hel mîn mezîd»Arabic?
le paş wan şořş be çwardey temûz
şerîkayetî bû be nan û xepûz
ke layda le řê, «qasim»y şeřperist
be mistêkî kurdî, hemûy çû le mist
le řûy sał û nîwêk, çi samanî xak
ke bêgane birdî û, teqe û sût û lak
esûtan çya û deẍił û dan û gya
esûřa şeřêkî biłind, sernya
le hîç hat û katê, supa sernekewt
hemû karî «qasim», be şořş bû çewt
nedey destî pîst le awatî kurd
egîna xeyałit eka xaş û wird
ewend caş û coşkî le «’efleq» kiřî
hemûy lê buwe buẍim û axirşeřîy
ke kergel berełłay xakit kiran
be topîn xizane mezat û meyan
le be’sî ceřab û, defey ’efleqî
le deryayî kurdî, diřaw û teqî
legeł ew hemû komekey şerq û ẍerb
ne «qasim», ne be’sî, negeyştin be erb
nekey des bixeyte yexey kurd û kał
beła hełmeřêje le mał û minał
bexêwke be kurdî hemû arezût
jyan behrewerke, le nabût û le bût
ewa derkewt çend nîşaney behar
birîskey hewa û, tirîskey hewar
lenaw taf û bafa, guł û lalezar
hemûy řêkxirawe, çi ladê çi şar
serî mafî kurdî, biłind bû le xew
le meydanî heqda, berełłan cełew
bide to be hozit, tewjim û tekan
bisûřêne ser xot, xulî asman
xebatit bika ba bira pêk teba
ke hîç şit beratit le řê laneba
be şadî biken ser, kuřan û kenîşk
nebê bakî hêzit le baran û tîşk
řyazet biken, pel qewî pałewan
pizîşke řyazet, be derdî giran
be mêjû enasrê ser û karî kurd
be řawêjî xawên, be kirdarî gurd
bełê kurde, hendamî çespawe řêk
ke bo pyawî aqił tewawe wişêk
be dû çawî tîj û, řeş û kał û biz
lenaw çawî xełkî, giran çeşnî miz
le bexşîn û berzîy minałîş tewaw
be deryayî zanîn, hemû awdiraw
serapayî kurdî enasim be xełk
le kurdane, ’alem werîgirtuwe kełk
biden pał be yek, řapeřn nerim û sûk
biken karî dujmin, le herla çirûk
bikoşin le partîyewe, ta bibne gel
le des derneçê ba saman û hel
ewaney xełet bûn, byangêřnewe
ewaney dyarin, meyanşêrnewe
eger cařsîy kird, yekê ser çewt
bisûtêne cergî, be tîjaw û newt
be řastî binořye karit le řê
wełamî xebatit, le bîrit neçê
biřazênewe daykî nîştiman
wek bûkî taze, le mawey zeman
tirazawekanî tebake be yek
be zanîn ke nekira, be zorî kutek
le kîj û kuřan, kameran bê wełat
syaset bigořn, bepêy destełat
biken yadî bapîre «kawe»Persony nemir
meken řêwşiwênêk le şořş bizir
hemû sałî tazet ke newroze dêt
be xoşî û geşî, cejne pîroze lêt
be amadeyî, berz û azad be
îtir ta heta piř be dił şad be
bibûre le jîkoPen name, le kurtî û hełe
ke nabê le dunya, cwan bê pełe!