basî çonîyetî çerx û kirdewey hoz

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 5 minutes  134 views
kake, bot bikem basî zemanim
gwê řabgire lêm, aramî gyanim
çiman beser hat, yar û yaweran
guł û yasemen, hemû hełweran
dinya be payz geřa seranser
tya ke gum bûn merdî be cewher
milyon û milyar, bijmêre lek lek
nîye nerim û germ, meger bestełek
dîn bo tirûske û honînî beşer
tarîk bû, pisa û, biław bûn gewher
kwa gencekanî nîştiman le şan?
kwa mîrekanî, hemû pałewan?
kwa dewłemendî xêwî feqîran?
kwa desmayeyî ře’ye û esîran?
kwa řojî řûnak, le řûy bêbeşan?
kwa tarîkeşew, leser řûřeşan?
kwa qisey şîrîn, lenaw edîban?
kwa nan û hengiwîn, bo dił ẍerîban?
kwa soz û řeḧim û, bexşîn û koşîn?
kwa ’edil û însaf, be komeł noşîn?
mîllet herasan, bê nan û bê aw
birsî û tînûşin, hemû çûne daw
nema merḧeba, le êk tiraza
wek xał û xwarza, mam û biraza
hewłî jyan û, bîr û terbîye
le hozî emřot, îtir her nîye
xełkî be qiř çû, be qerz û qołe
dił le řastî dił, dełêy sehołe
be bê yarmetî û, bebê komełî
sûtay agirî, kułay mencełî
weten, eto bûy qazanc û mayem
duway dak û bab, bû bûye dayem
bexêwit kirdim be destubirdî
tu xwa leber xełk, to boçî mirdî?
minałî řengîn, hemût be cêhêşt
le zarî ’alem, cwan wek binêşt
tifû, sed tifû, le çerxî napak
biçûkî serxist, gewrey xiste xak
ḧîrs û tema’ û, gunahî řê da
dunya cehendem, bimre lewê da
řêgay teqela, her kes le xoye
le kird û koşî, biřo biřoye
xawen netewey sengîn û řengîn
hemû gîrewey ẍem û diłtengîn
xiroşawî cem, şepirzey qiřî
minałî řengîn, hemûy zig diřî
dewłemend ke dî, feqîr nanî bû
swarî serî bû, girancanî bû
be corêkî wa diłî eşłejê
ke boy hełkewê, îtir eykujê
eger qařûn û, řey û, nemrûde
be tûrekêk co, emca ḧesûde
helu’ têr nabê, teres birsîye
bo dewłemendan, nefsî nefsîye
eger tucařî xawen muẍazen
le pûł peristî, hezar îcazen
qołîşt ebřê, nanîşte nada
eger małîşt giştî penada
eywê be carê biřûtêyewe
taku be hawar, zûtir bêyewe
eger bazirgan, bizurge karî
boç pak û pîsî, exate zarî?
diro û swêndî zil, be bê jimare
leser filusêk, eka temare
weku ’etarî demaẍ peşokaw
be boy ẍalîye û, ’etir û qawe û çaw
be filsê kiřî û, be dînar nîye
misqałî towça, bira, çar çîye?
be sîpe û sindûq, ḧeşarî dawe
ełê le «hînd»yiş, bexwa nemawe
beqał, pîşete peqle firoşî
legeł efendî, boç mey enoşî?
selem û sûtit, boç wa le bawe?
yan le řêy tema’, estot şikawe?
terazût be fêł, îzrem, elîdrem
xoyşit, be hoqet eçête naw dem
emende xwar û pîs û pelîdin
wekû cehennim, «hil min mizîd»Arabicn?
’ellafî piř laf, bo danewêłek
ekřê be koł û, eyda be hêłek?
serřay hemû şit, wa tê’ekoşê
lecyatî genim, herzin efroşê
kake! ber’agir, yanî nanewa
çakî binase, meẍzûbî xwa
misqałêke nan, hemûş hewîre
ełê îzreme û, meyre penîre
ḧacî! be qurban, ełêy pepûley
boçî le dûy nan, ḧerîfî tûley?
be swênd û ḧîle, xełkit birîng da
meger tisêkit nehat be kîng da
melek, bem hemû safî û şefafe
adem be zanîn kirdî xelafe
norey melaye, ke xoşim melam
wa embizêwê, zig û întelam
nanim ke coye, pêxorme pîwaz
ba hełbidêrim, le sed kaw û řaz
mela mela bê, ḧîkimit şunase
hemû qisêkî piřî qyase
burhanî qewî, maddî û me’newî
saf û leserxo, ta bitka newî
le her hewarê, to lêy bipirsî
ebê le tîẍî tîjî bitirsî
le hemû derya, meley bizanê
xuley be şanê, xileş be banê
melay nezana, ḧerîfî şêxe
bo řêy gawrî, bîtêwe řîxe
bo luqme nanê, dînî edořê
ebê qyamet, wek ga biqořê
leber kesadî, xûy nexwêndine
ewca ta mergî, dirokirdine
kake! bexêwken mela çakekan
taku nîşan den, řêbazî jyan
dîn, bo jyan û xoşî û murade
eger xakîşt, řût û bê zade
manay dînî to, bira û babîye
ger ewamîr û, ger newahîye
meqsûdî xwa, le dîn bo beşer
be řêkî bijî û, bibî behrewer
herçî le pîsî, kelley netasê
ke xoy binasê, xudaş enasê
lêt aşkiraye, weku řoj û meh
«menْ kane lîlّh, kane allihu lehْ»Arabic
’îbadî xwa, saḧêb îmanin
mubezzîr hemû biray şeytanin
derheq yek nebin xawên û diłpak
nabînin be çaw, řojêkî řûnak
dujmin zefertan pê eba herdem
xotan bibînin kuřanî adem
çî pêẍemberan hênayane řû
her ewe hewên, bo řewişt û xû
řacîPen name be giştitan ełê bira bin
heta řoj û şew, muşkîl guşa bin