wełamêk bo mela eḧmed

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  101 views
be «mela eḧmedî sîweylî» nasrawe, le řojî 1951/09/10 be mebestî xwêndinî melayetî serdanî şarî koyeLocationy kirduwe, le sałî 1952 maweyek lelay řacî legeł çend feqêyekî dîkeda dersî xwênduwe. le řojî yekşemme řêkewtî 2004/07/11 le myanî serdanêkîda bo şarî řanyeLocation be xizmetî geyştim û gelêk zanyarî be sûdim sebaret be řacî lê wergirt. mamosta gêřayewe û witî: «şewêk le xewnimda mamostayek dersî ’îlmî ’erûzî pê gutim, minîş nameyekim be şî’ir bo mamosta řacî nard, ewîş be şî’ir wełamî damewe». şyawî gutne takû amadekirdinî em dîwane ke emřo řêkewtî 2009/12/19 ye, mamosta mela eḧmedî sîweylî le jyanda mawe û le şarî silêmanî dadenîşê. «îsma’îl řacî.»
’eleykesselam, şagirdî şîrîn
xwa berizit bika le zanîn û dîn
tefsîrî xewnî şî’ir û mesnewît
cwan têbkoşe, bo hoz û zewît
pele pel meke û, kurtî mehêne
dwayî bîrkewe, hîç damemêne
hewweł ’eruzit, şayanî teqdîr
şagirdî baş bew, dûr be le tezwîr
terazûy şî’ran, zor terîqeye
dersî here zil, her selîqeye
le hemû ’îlmêk, ta zor bizanî
le cewlangahî şî’ra cwanî
egerçî şî’ir be wêney bûke
bełam nek hemû bûkêk řuḧsûke
tam û bon xoş bê û, jîr û řazawe
metirse, bîxe dîwanî şawe
eḧmed! honer be, nek şakî le çerx
le gêçeł derço, be ’eqił û be kerx
selamî berzim bo mela «ḧemîd»
mamostay beřêz, tal’î se’îd
kak «’ebdulfetaḧ», selamî lê ke
le xaney soza, pêkî bo tê ke
ezanim cêtan kełkesmaqe
mangitan lebeynî bedir û mîḧaqe
hîwam le gencan, têgeyştine
înca mişûr û pêgeyştine
tamî le dunya nekirduwe, jîkoPen name
her bo ḧeqayq, eka custuco