nameyek bo gîwî mukiryanî

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  96 views
birakey xoşewîstim, «gîw»y kurdî
dezanim bo weten aza û merdî
ke awî tê geřa, em gyane wişke
beden xwardî, be safî û be durdî
le dîwanî wefada, yadgarî
le meydanî hunerda, gird û gurdî
le to zyatir, ser û małim nemawe
ke daxî hoze herçî hembû birdî
diłim piř ax û hêşî kurdukałe
ke nařêkî bû, herçî hat û kirdî
şewî lêkciwayezî kewtote çawan
hemû nûsîn diriştin, ta be wirdî
ewî biřwa beser beḧrî mirazim
eger gyanîşme sa eykem be pirdî
diłim xinka, le řêgey xak û xołî
ciger sûta, letawî dar û berdî
şew û řoj, dête gwêm lem xak û gence
seday hawar û, bangî ahî serdî
le řêy meqsed, heta kułmey bibînim
le çawanmî ekêşim toz û gerdî
le xakî ême, dujmin çetrî hełda
çi asmanêke wa hewraze nerdî?
weten! çibkem le tofanî bełada?
ke eşkî çawî min bû, gerdî şirdî
birakem, çawekem, řoḧî jyanim
mefermû, řacyaPen name lem ḧałe mirdî