pesnî gîwî mukiryanî

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  106 views
danîştûy hewlêre, zimanperwerî kurdan
nasrawe lenaw kurd û ’ereb, «gîwî mukiryan»
çend jîr û, hunermend û, gyan sûke le řûda
çend berz û, edebperwer û, xawen dił û guncan
têkeł be hemû merdûm û, dûrîş le syaset
hanayî hejaran û, peristênerî yezdan
çend xoşe le tebyatî hemû kes, wekû xorak
çend tunde leser cesteyî dujmin, wekû sindan
pol pol ewa dên û deçin nûser û zana
ta bibne qutabî heřet û felsefe lêdan
nemdîwe, birakem wekû ew mîhtere yekdił
zor dûre le ḧîzban û, nêzîkîşe le xizman
her řehberî diłpakîy û, her hemserî zanist
ew mawetewe êste, ke westawe le meydan
pîroze le ew, taze ke çapêkî kiřîwe
řojnameyî ser text û, seraperdeyî dîwan
bêcge lewe çend sałe le ferhengê xerîke
řêkdanî weha nebuwe, le nêwan û le dîwan
pişkoPen name! were to pêkene, wek xunçe bipşikû
dił geywe be amanc û, serîş geywe be kêwan.