pesnî gundî ’ewdałan

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 3 minutes  110 views
hêzî qudret bû hełîda xêwetî şîn, asman
destî ḧukim û ḧîkmetî xiste nîzamî îns û can
perde perde, burc û qadirmey kewakîb honra
kûre kûre, ’erd û aw û ba wu agir daxran
çerxî ’unsurxaneyî dunya, ke hate coşî kar
her şitey řîzêkî girt û, řoj û şew tertîb diran
ademî hênayeder, kirdîye xelîfey cênşîn
bo kemerbestî îta’ey, gyanleber mecbur kiran
ta le mindałanî ew, bedxû peyabûn cûn be cûn
hatedî qanûnî weḧî û, peyřewî pêẍemberan
dozex û cennet, îtir, dû mewqîfî însanîyet
cennetî fîrdewsî xiste baẍ û řaẍî «’ebdełan»
lemserî dunyayeda, ta ewserî çîbka, wefat?
ew mirazî řoḧî pakî muřşîdane û sałḧan
destî nasazî beserda hîç nekêşrawe, ebed
nexiş û tewnî ’îffet û, ḧîkmetserayî lamekan
bo nexoşî dił dewa û, bo nîzamî ’eqłe coş
nîştimanî bîruřa, dîwanî her řemz û beyan
pêygeyandin çende pîr û pêşewa û destigîr
têygeyandin feylesuf û şa’îr û şanamexwan
pêm witî: ew cennete lahûtîye, kaxî cihud
kafrîş ger bête wê, naçêteder bê îmtîḧan
«şêx ’îsameddîn» le neslî «şêx îsma’îl»,
hełat řojî ewweł newbehar û, qîblegahî cîsim û can
nakirê basî kuřanî, kake «fettaḧ û, kerîm»
kake «’ebdulqadir»yişe, dûre zennî mufsîdan
giştyan xawen kerem, sebbar û, dił nerim û ’efîf
giştyan xawen ’ilum û fenin û her nirxî giran
wan se’adetmendî dunya û dîn û ’eqił û, bext û text
yek ře’îsî dîn û, yek dinya û, yek mabeynî wan
her kesê bo xoy biçê biçnê gułî baẍî meram
ba biçê, bo xoy bînaka, koşk û qesir û aşyan
ḧewz û cogey, kewser û hengiwîn û şîr û awî saf
cig bewî xewnêkî nabînî îtir řoḧî řewan
boçî şêt nabin, ewaney derkiraw lew cêgebin?
boçî nemirin bê ecel dujmin begyansextî û diřan
bo ḧeqa’îq serfiraz û, bo mesa’îb diłnewaz
yekdigîr û, yek subat û, yek mişûr û yek nîşan
ayn himh mizir’ih xwahd biculangah ’işqPersian
dixtir az ḧiq şinasîdin bih zindih û mirdiganPersian
az siba rift û risîdî bilbilan kifit şinîdPersian
dir ḧya çişim gilan çun ẍinçih zarî bustanPersian
bir hway hir çih şid amd bidîn ’işirit siraPersian
az hwa suda siru, dil mist û guş az amtinanPersian
lenْ terî fî resmîha remzaً muşînaً, fastemî’Arabic
şakiraً yezhu bîha alkewnu alzeman walmekanArabic
înّe ma fî sini’tî lîs liha şibhu wicudArabic
înّe ma fî ’îbretî lîse biha şî’ٌ yubanArabic
tabekey jîkoPen name, wekû çaweş ełêy barîkebend
nageye wesfî tewawî muşkîley cuẍrafyan