wêneyekî mêjûy tebyatî nîştimanî kurdan bo têkoşîn û řizgarî le tenbełî û nezanî

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 10 minutes  124 views
1
hanam be ber şahî kurdan
damezrênî ’erdu ’asman
xuday ecnide û ademyan
henardûye pêẍemeberan
nîşanman den dîn û îman
hem fêrbûnî gelê îşan
cwê bûnewey ’êl û řîşan
saznideyî kar û pîşan
her xoyetî xawen nîşan.
2
saḧêb nîşan peristîne
înca gewrey murselîne
şehenşay mekke û medîne
biřo destûrî bibîne
her xoyetî xawen dîne
be ’areb xassî mebîne
bo hemwan, wek yek emîne.
3
emînî kurd û ’urbane
serdarî şah û sułtane
cê nazî cînin û însane
xuda fermûy le qur’ane
ey kurde xasî bizane
emrî ewman leser şane.
4
leser şanman emrî ewe
çîdî meke çêşte xewe
řoyştûy, xêra werewe
le xizman meço derewe
hêndê le xot bifkirewe
milit estûr û qełewe
hoş û bîrit la cełewe
bermałî şanit bikewe
defet be şêxt bidewe
norey cût û ga û direwe
bexêwke mêgel û řewe
wa řoje, ya mange şewe
çawit debînê xiřkewe.
5
xiřkewe herçî pêt dewê
îş û karit lêre û lewê
şanî berizit qet nenewê
ta mîlletit serbikewê
cerg û dił û gyanit newê
têkoşe, derdit bisrewê.
6
derdit behêş û girane
xwênî ałit le çawane
xakit xapûr û wêrane
pûş û pełaş û pawane
bo ẍeyrî to, bê nawane
înca seyrîke û biřwane
çend me’denit le kêwane
le kend û çom û girdane
hem le çoł û byabane
hemûy şewçira û duřdane
momnayî û xakî serane
berdî xełuz çende cwane
giłî gozan û dîzane
bînase giłeberane
giłî sipî doşawmane
bo zêř û zîw, hemûy kane.
7
hemû kanî dest û lwêçe
hemû dewrî xwar û xêçe
şax û kêwman qisił û gêçe
xêrabe, xoy têwe pêçe.
8
xot geşkewe, sałit hate
xakit piřî le małate
bizin û meřit bo xełate
ga wu gołit le mezate.
9
le mezate kewłî řêwî
goşt mamz û bizne kêwî
şur û dełek, hay le nêwî
bo gencî wane to xêwî
pêwîste ke xot bibzêwî.
10
xot bibzêwe mame bîre
małatit meke le bîre
hemûy małîy û destigîre
xawen xurî û řon û şîre
be şîrêj û be penîre
xwardemenî şa û gizîre
hemû gencî bê nezîre.
11
hemû gencî bê payane
ca norey pûş û pawane
çend qişłaẍ û, çend herzane
le kêwan û le deştane
dełêy řîzey swarane
pałewane û le meydane
şiney baskî balorane
gya gwêzer û pûş kurtane
sitik û kingir be barane
şing û řeyḧane sepane
dorî û kard û le řazane
bin berdeqî û melayane
ca pîfokî selk pane
řoḧî pakit pê bizane
le naz û nî’met mîwane.
12
mîwanî serberz û lawe
gyawgołit wa nexşawe
be milyon nawit lênawe
be milyarîş nenasrawe
xizmetkare û řawestawe
çi hî seḧra, çî hî kawe
çi hî sêber, çî hetawe
sewz û sûrit daçnawe
wek zułfî yaran têrawe.
13
têrawe, boy custuco ke
gwêzbele wu ałekoke
genim û coye, nîsk û noke
zewî û zarit werd û şo ke
gencî jînit, lewê řoke
şoxî leser xełk û ho ke
gyay bon xoşt carê boke
ta nebûye marmîloke
ey kurde, ḧeh, xot xeřoke!.
14
xot xeřoke, cezîreye
be şempanî û be bîreye
çend dermanit ketîreye
espon piřî le lîreye
gilêxe, mame pîreye
sirêş dełêy midîreye
mazû û beřû, hem şîreye
be hemû ber le zîřeye.
15
le zîřey cewt û mindałe
eger mange û, eger sałe
bo toy řagirtuwe ew małe
le xoy pêçawe desmałe
dełêy kiçî çwarde sałe
naçêtewe, her le małe
biřo, bo xot bîke pałe
marey bike û, pêy damałe
kurde besye gałe gałe.
16
kurde ca meyde tełaqe
le dunyada bûkit taqe
gwarey, gułûk û mêlaqe
mûy, wenewşey baqe baqe
yan bařêzey le qed taqe
çawî kanîm piř meraqe
boçî sa naykey îlaqe?
her wek řêwît waqe waqe.
17
waqe waqit herwek řêwî
kewłit ewa kewte kêwî
carê boç xot nabzêwî?
ger xot binasî, wek dêwî
bo derman û xwardin, xêwî
baẍit řaza, biřo nêwî.
18
biřo nêwî qelendere
hemûy be dest û xencere
le piştî bestuwe kembere
be sêpeře û, be sêweře
dełêy ’eskerî beřbeře
xot, yek beyek pêda were
pêqce û, şîneşateře
giştî cwan û diłbere
bo merg û jîn semendere
řeg û qed û pelk û bere
be hemû derdan yawere.
19
yawerî pîr û řezîle
çi nêrgize û, çi ḧacîle
diroy nebê û be bê ḧîle
giştî bo jînit kilîle
bo bawik û řołet kefîle
kenêre û çareçeqîle
sê biskołe û giřgazîle
ew gyayekanî xincîle
hemû leber destit dîle.
20
hemûy dîlî ber destane
herwek gułûkî nîsane
le damênî beharane
řazanewey kurdistane
xendey gerçî le lêwane
cergî řeşî kurdekane!.
21
kurdî kem îman û dîne
şînkit piřî kałeşîne
wey çend teř û kał û şîne!
mord û çeqalet bibîne
nesnase, hem yasemîne
kûleket, «qer’» û «yeqtîne»
bo hemû derdan perjîne
dełêy sûretî yasîne
seru û şengebî hejîne
sipîdarit leser zîne
xox û hełûje mijîne
qeysî û tirê bigořîne
henar û hencîr çinîne
ey kurde çawit hełîne
sa baweşî têwerîne.
22
baweş bigre bo ew bûke
boy zułfî pung û xiřnûke
xałî goney bełałûke
mał û ḧałit piř le şû ke
dareben boçî mehtûke?
legeł qezwan hatuçûke
binêştit piřî qutûke
deway zig û zar û pûke
betam û bon, nerim û sûke
înca řêwas û çełtûke
kogoyî û kifrebalûke
hemûy le to deka tûke.
23
tûkî beybûne fîzeye
legeł neşey gezîzeye
dełêy kułmey ’ezîzeye
le baweş naz û tîzeye
bo xizmetit kenîzeye
tiřdûk û zî, zirîzeye
darî destit neqîzeye
kewer û teřetîzeye
mam cejnoket le řîzeye.
24
le řîzet, sîr û pîwaze
be kerit û gogem binaze
zel û zûl û qeseł, saze
bo îş û karit şîraze
pełpîney şîwit bixiwaze
şîrxuşîlkit le derwaze
tîmarî sed marangaze
sełimkey bêne endaze
çend pepûley pêwe baze
bo karubarî to saze.
25
bot saze dar û dewene
kend û çom, şax û çeqene
hemûy merdî ser kelene
řawestawe, tehemtene
etdate dest, herçî hene
eger dezû, eger bene
çi pêwîstît be lendene?.
26
çi pêwîstît be capane
be îtalya û ałemane
ger aqłî, sa bîzane
nexiş û tewnit le destane
le ’alem xakit mîwane
hemû genc û duř û kane
hemû jyanî însane
etoş erkit leser şane
be kêşane û, be pêwane
mebe derwêş û dêwane
řêkîxe û, megre behane.
27
behanet bike betałe
le karîke, kifir û jałe
hî xote, małî ḧełałe
şox û nerim û şoř û kałe
gez û, bî û, pełk û pałe
qamîşî xanû, herzałe
hemût bo hatûn ḧewałe
çîdî be zarî menałe.
28
menałe çîdî be giryan
karit pêkdê her le ḧeywan
xak û gya, bêcge lewan
biřwane sozeyî baxan
legeł me’adînî şaxan
têkřa, ẍezneye kurdistan
daxî cergim, nîye kesman.
29
kesman nîye bête pêşe
diłman piřî zam û hêşe
aqłiman şêx û derwêşe
pyawetîman jar û nêşe
îşman keç û têkełkêşe
nîxe nîx û kêşekêşe
çîke axan hełmekêşe
dîwaxan piř le lakêşe
bełam hemûy şeş û bêşe.
30
şeş û bêşe karman tewaw
deste beste, paman şikaw
baxçołeman aw lê biřaw
řeq û wişkin, zewî û beraw
dere û mêrgî taze çinaw
be çendîşî ber lê xuraw
be xořayî kewtîne daw
be bê daney heławesaw
sêber peyda, dûr le hetaw
bexwa êmeyn, mirdû miraw
deba biman pêçin le caw.
31
îtir, cawîşman xesare
îş û karman nalebare
leber desman denke nare
kêw û çya û, zewî û zare
bo sen’et kangey behare
cêgey tîẍî cewherdare
top û tifengî nazdare
çend fabrîqey bê ejmare
barût, be bar û qîtare
şore û gogird, wek bałdare
leber destit dar û bare
hêşta çawit lelay pare
çawit kwêre, piř le xare
cergit tepî, piř le jare
diłit piř siftuso, hare
şêt û bêhoş, ey haware
ey haware, ey haware.
32
hawarî dił, qet nasrewê
xewî mergiman nařewê
naçîne ser le hîç hewê
bem ḧałeş, xoşîman dewê!
hîwaman, řojêk û şewê
ke dujmin pekî bikewê
têtgeyênim, ger detewê
wek cû ełêm: lêre û lewê
zor çakim «felestîn» dewê.
33
zor çakim, bê ḧał û ḧewał
xakim piře, załim û zewał
karyan bû kok, deyken be tał
be heřeşe û be gałegał
bê cên, feqîr, le deşt û mał
qij zerd, bała biłind, çaw kał
dû zułfî řeş weku zuxał
dû memkî wek dû pirteqał
dû lêwî guł, yaqûtî ał
dû kułmî safî bê webał
çetrî serî weku metał
hełî neda řostemî zał
ebroy kewan û, denkî xał
jyanî kirdime jehrî tał.
34
jehrî birînim piř le so
hîçim nedî xoşî le to
herçendî kirdim hatuço
řastîm hemû bûne diro
toş mayewe bê giftugo.
35
bê giftugo, cergim řizî
şanî hemû hêzim xizî
dił û henawim daçzî
swarî ẍemanim dabezî
le dił çeqî sed diřkezî
doxînî nîştiman bezî
dest û demî xełkî gezî
demarî kurdekan tezî!.
36
tezî demarî kurd û min
hoş û diłim nema lekin
daykî weten ke bû be jin
be xełkî da, çi ser, çi bin
pêy bûne serkirde û mezin
karwanseraye, dabezin
bixon, binûn, mêrg û řezin
kurdîş, be tûşî qełbezin!.
37
be tûşî qełbezin, le kêw
hełdên le wêney cind û dêw
mał û minał naken bexêw
mandû, le hewraz û nişêw
her be teman bibne xidêw.
38
bibne xidêwî mîsir û şam
gendełyan kirdin cût nemam
nejmêrdiran beste û meqam
nepêwran baxçe û şeqam
her pêk eçin, aẍe û ẍulam
tembeł û puşt û bê nîzam
bê îşukar û ’eqił û fam!.
39
bê ’eqił û fam û beş xuraw
her yek be corê kewte daw
le kîsî çû seyran û řaw
zimanşiřî, ḧeya řijaw
be dest û dem, be gwê wu çaw
bedkarîye pîşey, tewaw
kurdî esîrî diłişkaw
dujminî, xoy awîte naw
natirsê qet le çawwiřaw.
40
le çawwiřawî laneda
xeyałî xawî ba neda
mêgelî wextî řa neda
dirawî xoy, be ka neda
tûley be cût û ga neda
toş bisûřê, bem baneda
bem çoł û mêrgepaneda.
41
lem çołe çîke ser meke
xwênî kuřan heder meke
gwê le zeřînî ker meke
qazanc ekey, zerer meke
le hoz xot bê xeber meke
bûkit le mała der meke
gurgit be mêgel wer meke
yarî legeł xencer meke
řacîPen name, qisey ke wek jeke
bîrî minałit, jîrweke.
42
jîrweke lawî dił be coş
çîdî mebe, bê hoş û goş
emin peroşî tome, toş
dûr le tebîb û, her nexoş
nebûye yar û badenoş!.