nawnîşanî kurdan
From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
15 minutes
202 views
1
hanam be ber to ya ẍeffar
sułtanî şax û deşt û şar
damezrênî leyl û nehar
řizqî dedey be mûr û mar
hawîn, zistan, payz, behar
çerixt gêřawe payedar
bexêw dekey geda û tucař
bizir nakey yek toze kar
le hemû ḧałê agedar.
2
agadarî hemû ḧałan
hî derdedar û çaw kałan
lenaw şaxan, lenaw małan
řeḧmê dekey be ’ewdałan
dayanpoşin be desmałan
çi hode û naz, çi bin dałan
be maçan bipirsin ḧałan.
3
bipirsin ḧałî feqîran
deryanbênin le zincîran
baranyan meken be tîran
herwek dîlan û neçîran
lelay xezêm û lagîran
bo minî hejar û mał wêran
cêgay maçmike, desgîran
lenaw řezan, leser bîran
hîç metirsê lebî pîran.
4
lebî pîran, netbê bake
nazenîney řûmet pake
hî çawmestey piř tiryake
gerdin billûrî eflake
bew xudayey tenya û take
řoḧim dełêy le jêr xake
beden dełê: lêm ḧaşa ke
le daxî to, cergim çake.
5
cergim sûtawî kułmane
lebin řîzey egrîcane
şing û hełał û řeyḧane
deste destey kakołane
gyabend û xawî şaxane
mîsk û ’enber çend herzane
ẍalîyey ’etrî şarane
nimûney zułfî yarane
dełêy řîzey bařêzane
le dem şekirawî çawane
daẍî ser cergî baẍane
biřwanin axir zemane!.
6
axir zemanim le çawe
şerim û ḧeyam hełgîrawe
pyałey şerabî danawe
nêrgis le dewrî řiskawe
mezey xał û xet kişawe
hêşta destî lê nedrawe
cûtê badey lê nexşawe
saqî bom bêne bem lawe
ecel nêzîke, westawe
şîrî biroy derkêşawe
cewherdare, taze sawe
tîrî birjangî danawe
xêrabe, karim tewawe.
7
karim tewaw le kewanî
diłî kirdûme nîşanî
leber şu’ley dû kułmanî
wek mang û řojî tabanî
bizirim naka le çawanî
be piřşing û biłêsanî
be muncan û direwşanî
bê ferqin şew û beyanî
bexwa xoşe řamusanî
sibeynan û, êwaranî
nîwe şew û, nîwřoyanî
paş ’esran û, beyanyanî
çêştengaw û, mał nûstinanî
şekir û şîr û xemrekanî
hengiwînî bê hawqeranî
berew xwar bêy, bo lêwanî.
8
lêwî çî? awî ḧeyatin
zêřî sûrî bê zekatin
yaqût řêjin, bo wełatin
şîfay sed nuqił û nebatin
çend paşay berzî bo hatin
çî fewtan û, çî hełatin
hêndê be hîway xełatin
weku min bê destełatin
bełam be sebir û subatin
daym le sewda û mezatin.
9
sewda û mezatî lêwane
muşterî řîzey didane
duřiř û gewher be barane
mamłetgirim małwêrane
sewday be xwênî çawane
hêşta dełê çend herzane.
10
herzane kuyî zeqenê
dařjawe be sed fenê
qet dernaye le meftenê
leser qełatî gerdenê
qubbey sed řengî me’denê
qurbanî bim, pêdekenê
řoḧî ’alem hełdeqenê
mûsa řoyî bo meskenê
le şêwey ẍebẍebî tenê
pêławî pê dadekenê.
11
ne’lî çî? êre tewwaye
cêgay nasînî xudaye
gerden, darî dagîrsaye
şewîş, tarîk û sermaye
hewr û baran, ře’d û baye
desteçîlêkî bo naye
ser lê şêwanî mûsaye
bîzanin karî mewlaye
harûnîş hate hanaye
tesxîrî fîr’ewnî şaye
be kewkebe û temaşaye
ba ẍerqî ken lem dawaye
norey mu’cîzey ’îsaye.
12
mu’cîzey ’îsa le sîne
sifrey xuday bê qerîne
nardî bo qewmî bê dîne
îman bênin be yeqîne.
13
sifrey şîrîn, sîng û meme
çarey hezar derd û ẍeme
billûrî saf û bê teme
be fincan û, be zemzeme
dełêy dayerey ’aleme
xiř û piř û şekirileme
sařêjî gişt derd û ẍeme
heryek xunçêkî be deme
beşî hezar hezar ceme
îman bêne be dił û deme
newek bitkate şemşeme
ey xoşewîstey hemdeme.
14
ey hemdemey kar û baran
aşqî bałay çaw bexumaran
dił belerzey gwaredaran
lêqewmawî gwê be gwaran
biřwane çoçey hawaran
leser lacangî nazdaran
serinşêw dên, herwek caran.
15
herwek caran, nerim û şile
le řêy kezyey, çawim kule
marî řeşî şan û mile
hana deba, be bulbule
gerdin liẍîş leser piłe
dełêy mařûtî bable
heławesrawî kakułe
kirmokey dêne ber diłe
emca norey qenefłe
cantay ’eyyarîy le mile.
16
le mil, cantay ’eyyarîye
mêxekbendî diłdarîye
perwerdey bênî barîye
be zincîrey nazdarîye
sewday ladêyî û şarîye
be pîroze û mirwarîye
heway le řûy serdarîye
leser sîney beharîye
sed guł xunçe bezarîye
nêrgis beşî ẍemxiwarîye
çawî zerd bû, yekcarîye
řengî sipî serbarîye
quř beser min, řêm harîye.
17
řêm harîye, wanem dûrin
sûr û sipî, řeng bilûrin
sewz û ał û, zerd û sûrin
hejanî benk û ben mûrin
dugme û heyasey piř nûrin
kembere û lûley mesrûrin
sergerm û mest û mexmûrin
leşkirî bê bask û bûrin
lêyan dûre herçî zûrin.
18
herçî zûre, lêyan naye
mêrgyan be awu hewaye
heryek le dawayek daye
bê nezîrim lem dunyaye
wirşe wirşim le penaye
çi lem labê, çi lew laye
beheştim cêge û me’waye.
19
cêgem le baẍî beheşte
qaşî nawkî çende xişte
şûşey zigî saf û deşte
nexşawî xał, ḧewt û heşte
turit û teř û lûs û gişte
wa debê ḧorî siruşte
pîrozyan bêt em firîşte
benaw êke, hezar çişte
yek texteye, xişt û mişte
her karî westay bê pişte.
20
karî westay be ḧewawe
her be emrêk dařjawe
qubbêkî way lê hełdawe
nawî sed gencî lênawe
em însaney wa ber çawe
hey kake lêre řiskawe.
21
hey kake cêy custucoye
le damênî gerdin, goye
mabeynî nawik û ejnoye
tewqêkî wam le estoye
lêre nakem giftugoye
’eybî êmeş her hî toye
mełên şayerman şetḧoye
eger bîłêm bawke řoye
cergim sûtawe, bonsoye.
22
cergim sûta wek qeqnesî
letaw estundey etłesî
herdem dedrewşê nergisî
qet şîn nabê xar û xesî
diłmî benaz heławesî
be qed û serwî newřesî
ḧepse ta axir nefesî
çende naxoşe bêkesî
xwaye her tom firyařesî.
23
firyařesim her toy xuda
pûz û belek be derdexa
momî bilewrî hełdeka
dunyaye piř agir deka
sed ewlya kafir deka
paşa û geda, şêx û mela
debin bêhoş û bê seda
fikir naken çi ḧeşteba
ẍeyrî dû qalb kareba
le ejnoy taku nûkî pa
le çawan deka merḧeba.
24
merḧebay gewre û mindałe
hařey pawane û xiřxałe
le pêy kiçî çwarde sałe
le pa wu pûzî ’ewdałe
têy haławe małe û małe
dełêy marî bê awałe
le gencî zîw û samałe.
25
samał û şewqî lenceye
emca norey ser penceye
ewîş ledem ew genceye
dełêy le cêy penc ferzeye
řûy le mekke û medîneye
her yek fanosî dîdeye
xêrî wanim, yek be deye
her satê, sed xêrî heye.
26
xêrî pencey kafûrînin
le xwanenasan piřjênin
hênd nask û nerim û şîrînin
kajî meřmeř, bilûrînin
beta wu bon, darî çînin
terz û teř û, hîn û mînin
wa řengawřeng û nexşînin
jyanî řûy ser zemînin
xo kwêr nebûn, bo naybînin?.
27
bo naybinî piştî qaçî?
leser kûrey ẍeman laçî
ger bîgeye, bîkey maçî
têy nafkirî, daydepaçî.
28
daydepaçî herwek şekir
wek nexoşê, boy bê befir
yaxwa, ya ḧezretî xidir
cergim boy bû pindir pindir
bo şekir û befrî wa nadir.
29
nadirin, ey biray řêye
emca, norey berî pêye
dełêy awêney awêye
keyfit, kake, le her cêye
temaşayke û, çawit lêye.
30
çawit lêye le qumpanî
topî zêřîn, yarî gyanî
şeřî îngilîz û ełmanî
herakey çîn û japanî
be îtalya û, emrîkanî
be řûs û mîsir û yonanî
leser wîye ger deyzanî
herwek beytî berdeşanî
le qerangiwê û, qomerẍanî
be tase û, lûlî zułfanî
medḧî deka, ta qumpanî.
31
medḧyan kird ta qûpanewe
hemû çûn û biřanewe
şayer be çend lêkdanewe
yar leber destyan manewe
minîş mandûm ḧesanewe
hêndêkim naye banewe
dest û demim kişanewe
ke têfkirîm be gyanewe
’eybî nîye badanewe.
32
badanewem, bo bazuwe
şehênî sed terazuwe
xuda dirustî kirduwe
le sed maddey bijarduwe
bo destemlanî narduwe
dû çilçiray hełkirduwe
le bałay yarî bestuwe.
33
bała û ała desta û deste
qoł û bask, deste û řeste
kajî zîwîn, şîrî xeste
herkes cêgay berz û peste
cergî seqet, řoḧî siste
serbexo, şêt û sermeste
înca diłber çi derbeste?.
34
çi derbeste yarî mezin?
leber haje û hařey bazin
paşa û geda boy detezin
lêw û simêłan degezin
be meqsed nagen, debezin.
35
nagen be pencey gewherî
be qentar bênin mişterî
berdî be qîmet cewherî
qetarey şemendeferî
le du wîş barî ḧuştirî
nînokî nadate berî
ew newnemamey diłberî
ḧesûdî pê deben perî
le pêwe ta toqî serî
řoḧim be carê hełwerî
wexte le xom bibim berî
be bêkesî û, be bê derî
be feqîrî û qelenderî
hatim ke bibme hawserî
mirdim be sed kwêrewerî.
36
mirdim le daxî řûmetî
geřam, sûřam memleketî
be pê xwasî, beser petî
be hezar core afetî
herçî hembû le dewłetî
damna le ban xał û xetî
řût û qût bûm aqîbetî
deybeme qebirim, ’ezretî.
37
’ezretim her ax û daxe
çołim kirdin kax û laxe
carêkim gut: cêm bo řaxe
witî: hey hey, çend gustaxe.
38
çend gustaxe wek perwane
karî perwane sûtane
le eletrîkî kułmane
biłêsey nûrî yezdane
çerxî hezar şebustane.
39
çerxî lencey le bałaye
zerd û sûr, ał û wałaye
şedey be naz leser naye
diłî xełkî lê pêçaye
her yek sed girêy lêdaye
çarokey beser kêşaye
dełêy gence dapoşraye.
40
dełêy gencî bê qyase
şahîd, tuřřey pêç û tase
cêgey hera û bas û xwase
řîşwey be řîz as û lase
her yek mestî tas û kase
be gêlas û, be řêwase
çon nakewête weswase?
ewey welî û xudanase.
41
ewey desułḧa bo xuda
le mizgewt û le xełweda
ke dî diłber le cîlweda
becarê wa hełxełeta
gawir bû, le dîn wergeřa
şeytan ḧesûdî pê deba.
42
ḧesûdî paşaw xunkarin
be ax û dax û hejarin
şêx û derwêş xizmetkarin
pakyan behêş û azarin
çaweřêy emrî diłdarin
sermest û şêt û bîmarin
le gyanî xoyan bêzarin.
43
bêzare herçî dîndare
herdem le hatuhaware
be hezar dił birîndare
eşqî dû çawî nazdare
herçî pîre, herzekare
ger zaroy par û pêrare
weku min zar û nezare.
44
zar û nezar wekû mine
niqûm le gomî bê bine
çunku çawî le gerdine
małwêranî bełg û bine
pişkinîm kun û qujbine
dîtim herçî kiç û jine
nemdî weku ew gułbune
etoş biřo, bîpşikine.
45
bîpşikine herçî başe
çî xawen řutbe û me’aşe
be qeşe û, řayb û, şemmaşe
be domî westay kełaşe
westay bêjîng û tełaşe
herçî gird û, herçî şaşe
be barbênin zêř û daşe
çi awrîşme û, çi qumaşe
hêşta behay yar, belaşe.
46
behay qet nayete řaye
norey seyran û sefaye
le şar û deşt û seḧraye
be komeł dên bo semaye
naske kîjin, řołey daye
kar’askî aye û maye
hemûy şîrîn û leylaye
xatu zîn û zuleyxaye
xeraman çînî awaye
qemernazîş le xetaye
herçend dekem qisem naye.
47
qisem naye be zor û kem
hatin kuřî qamet ’elem
şêrane û mest û muḧterem
zebir bedest, řengîn qełem
çapuk swarin, xawen ḧeşem
«gîw» û «ferhad» û «kakemem»
«yusif» û «xurşîdî yekem»
dest bexencer, sigrît be dem
hełdepeřn şah û xedem
nemawe nawî řostem.
48
řostem û zał, xaw û sistin
aẍa û begler řadewestin
le meydana sef debestin
legeła dujminan serbestin
girtin, xistin, kuştin, bestin
gulle û xencer deperistin
řołey şêr, aza wu mestin
kurdin, sergermin, dirustin
gurd û merd û, tund û çustin
dergey wiryayî nabestin.
49
nabestin dergey dîwanan
dên û deçin pałewanan
deçin bo na wu nawanan
tifeng le dest û le şanan
ḧîle ḧîlî bestezmanan
nirke nirkî şah û xanan
herwek gołey ’asmanan
swarî espan, wek yekanan
siman dexşênin le banan
qełtaẍ dewestin be řanan
girşe û biłêsey debanan
hemûy le saḧêbqiřanan.
50
saḧêbqiřan, şest û şeşin
benawbangin, dił bê ẍeşin
cigerdarin, saḧêb beşin
saḧêb kemałn, serkeşin
ta’ûnî qewmî řûřeşin
kurdin, ’egîdin, çend geşin
řawî xoyan dadebeşin.
51
dadebeşin řawî ask
nerim û lûs û pûs û nask
hełdemałn qoł û bask
daydehênin řeg û lask.
52
řeg û lask dadehênin
taze nemaman deçênin
xwênî dujmin deřjênin
meḧbûbey xoyan dehênin
řêkupêkî nafewtênin
bena wu nawbang demênin.
53
demênin kurdî řuḧanî
’eşayerî, hem dîwanî
’êlî cafan û babanî
şêr û piłîngin lawanî
pałewanin mindałanî
najmêrdirên bo çazanî
xêłî kurd û hewramanî
aẍesûrî û simaylanî
mîkayełî û caf sułtanî
ehlî pijder, be hozanî
’ebasîy û, babekiranî
mameş û menguř, nawanî
ako, xoşnaw, bałekanî
«paşay kore», şay cîhanî
mîr meḧmełî û, mîr wiswanî
hozî binzêrî û pîranî
mergeyî û şałebegyanî
legeł koyî û aqaranî
be ẍefûrî û ḧewêzyanî
hemûy le merdî meydanî
merîwanî û mukiryanî
swêsnî û hîndî êranî
bane û seqiz û serdeştanî
qełasêwke û, sêkanyanî
be miskên û şêxekanî
şêx bizênî, legeł şwanî
lay kerkuk û silêmanî
basî nakirê be zimanî
bołî û babołî û xeylanî
surçî û herîrî û şêxanî
zaza, beranber soranî
zirarî û agirî û bêcanî
kuře kuřey dizeyyanî
wek tayefey kakexanî
«eḧmed paşa»y řutbe û şanî
biraymaẍayî û qeplanî
mamesênî, legeł syanî
cige lewan, birîfkanî
be berzince û kesnezanî
saḧêbî nawu nîşanî
ta degate lay lacanî
ḧidûdî turk û ’urbanî
kurdî zendî awedanî
canfîdakanî kêwanî
be qełem nakirê beyanî
hemwan denasî û dezanî
qoşen qoşen, pîr û cwanî
deçin bo řaw û seyranî.
54
řaw û seyran, zor û waze
bezim û xoşî û soz û saze
heryek bo êkê diłxiwaze
biławey şehên û baze
le naw çom û kel û řaze
nûzey tajî û, dengî naze
pêkołî espî lawaze
ḧudud kewtote şîraze
zîley zuřna û nay û saze
fîqey duzele û awaze
wa desûtê bezmî taze
wek benzîn û newt û gaze
herçî dûre lem derwaze
beşî her sîr û pîwaze
mandûy nişêw û hewraze
lêy bê sindan, pêy menaze.
55
pêy menaze, ew bedgoye
pîşey buxtan û diroye
ew bedkarî min û toye
cewtî be ser, wişkeřoye
řûřeş û deste ejnoye
çî pênakirê xoł be doye
le îşî bê cê xeřoye
her kes legeł yarî xoye
xerîkî merc û giroye
le maç û mûç giftugoye
geyştin û hamuşoye
xudaye neyxey em goye.
56
em çerxe her le sema bê
çiray pîr û cwan û şa bê
yarî şîrîn le pena bê
demit le naw demî nabê
destit le memkî gîrabê
dergey ẍemit pêwe dabê
xwaye bo êmeş weha bê
yařeb lêm negrî ’îtabê
bîgirim, bîguşim, nîye û nabê
lêwî bimjim, derdim ça bê
gezînî kułmey řewa bê
yaxwa ger şewêkim mabê
diłber be ał û wała bê
be ẍemze û naz û bała bê
be baweşmewe dûra bê
înşa’ełła, debê wabê
xudaye małit awabê
ba beşî ḧemd û sena bê.
57
ḧemd û sena bo yezdane
le teref «’ebduřřeḧman»e
nawî řacîPen name le şî’rane
xizmî cafan û babane
le şîrazey kurdistane
em beytey dana be gyane
nawwinîşanî kurdane
dyarîy bo birakane
lêy xoşbin ger niqustane
řeḧmet le bawkî hemwane.