pêncixiştekî leser ẍezelêkî edeb

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 3 minutes  100 views
ba bêmewe hawarî dił û xak peristan
mîllet bixûřn, her wekû şêran le neystan
ta serbikewê xakî weten, wek guheristan
«îmşoke biřazêtewe řîzey guł û bustan
qet hełnewerê guł le temen, can le tenistan»
komeł biken û, řêkî bixen zînetî mewten
lawanî ’eşayr, kuře caḧêłî tehemten
bigirin be hewes, destî birayane le gerden
«bade bese bo bên û, biden mey, be xemî den
îmşoke şebustanme, ba bête gułistan»
ême be çi ḧałêkewe mirdîn û giriftar?!
xwênî dił û çawman eřjê, tałe leb û zar
ger bêt û leme hełbikewê gewre û serdar
«çend xoşe le piřda, ke diłaramî wefadar
xoy bête ’yadet le nexoşan û le xestan»
paşa be ’edalet bê legeł mîllet û ře’yey
pol û sefî dujmin, wekû tomar bika tey
lêda be beşaret le weten, çeng û def û ney
«xoştir nîye bowey ke nîsarî qedemî key
sed canî ’ezîzit, ne bedestê, be dû destan»
her kes ke bibînî le çemen, ya serî kêwan
bîkey be biray xot û, nebê perde wu nêwan
herçî ke bigey pêy û to bîkêşîye girîwan
«carê şekerî lêwî ewend bimjî be lêwan
şehdî şekerit bitkê lebin naxunî destan»
bezmêkî yekîy bênîye řû, xot keye ne’lî
teb’î bigrî, hełbikenî řîşeyî ce’lî
webzanî le perdey wetena, wêneyî be’lî
«carê serî kułmey bigezî, gah lebî le’lî
geh binkî dû memkî bigrî, geh serî pustan»
şîrîn û teř û şoxe weten, diłberî mîllet
qazancî dił û gyane, jyanî ser û dewłet
carê ke bika meylî ’edu, xoşe be hîmmet
«gah zeḧmetî dey, gahê nedey, gahê be teybet
řêkî biguşî, ’uzir pezîraye le mestan»
bûkî wetenit, her ke be to naz û řehî da
bo kirdewu bo me’rîfetit, gencî şehî da
bew me’den û bew sikke ke hat û nîgehî da
«emcare qedî xot, le qedî serwî sehî da
bałênî weku mar le nexlî ’erebustan»
axo be diłî şad ebînim ke çira dê?
bezmî weten û řêkyîw ’edil û ser û pa dê?
řacîPen name, be su’alêk û cewabêkî beqa dê
«takey «edeb» em ’uşrete, her taku nîda dê
mirdût bimrê hestin, ewa mirdû hełistan»