legeł hoza mebin xûdar û dûřû

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  93 views
legeł hoza mebin xûdar û dûřû
bikêşin bo hemû îşê terazû
biřêjin awî çaw û řewneqî řû
binêjin gułşenî hoş û demudû
hełsite ey gelî kurdî xewałû
le řojî jîn, hemû ger bêne kuştin
be merdî, nek, ḧeya qetrêke řiştin
ziman û dił biken xawên, be şûştin
giran bikiřn yekîy û, pîsî firoştin
řewanî qût biden qazanc û parû
serî berz û, diłî xawên super bê
řewişt û bergî şadîtan leber bê
dû çawî nîştiman, řewşen nezer bê
piřî serbestîy û cejin û huner bê
nebînê şêx û mêx û sîḧir û cadû
suleyman, ger ełên karî beqaş bû
xuda dabûy, hemû îşî belaş bû
be ’eqił û hoş û azayî û telaş bû
le çewtîy dûr û, serbestî wełaş bû
cematî merdîy û ’îlmî lela bû
giznigî řojî komeł, kewte kêwan
metirsin qet le şeytan û le dêwan
binoşin badeyî xoşî be lêwan
be kirde û meşq û hełkêşan û pêwan
be gyan perwerdeken mindał û zarû
cemawerken, ke karêktan le pêşe
be tedbîr bîxene kar, bîr û têşe
řegî jîn bê myane, her be hêşe
serukarî hemû şit, kêşe kêşe
şitî řeq řeq binêne bin perasû
be zanîn, sen’et û fen awedane
kilîlî dergeyî şadî û jyane
temaşay diłber û baxî gułane
hemû dem, řoju mangit pasewane
werin řacîPen name biden baweş, le banû