ey xuda, boçî neçûme binebanî gułebo?

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  171 views
ey xuda, boçî neçûme binebanî gułebo?Alternative Versions: ey xuda, boçî neçûme binebanî diłeřo?
beşke sa bêmewe ser dewr û qumar û pelupo
her kesê derdî le mil bestuwe, zincîrî xefet
pêy biłê: xałe! le em çaweye danîşe bixo
tirş û tałe beden û, şêweyî şîrînî ewêAlternative Versions: bedenî tał û tirş, şêweyî şîrînî ewê
ey dû leb wişk û řeqa, heste zimanit keřefo
kêye ger debdebeyî derd û beła neygêřê?
ger pyawî leser em çerxe eto mawî, eto
meşqî xał û xetî ew diłbere, îmřo çi deka?
badeyêkim ke be des nakewê, çîme le sebo?
min zemanêke legeł ew gułe bêbake ełêm
maçêkim lê nestand, sa be suyênd û be diroAlternative Versions: boseyê lêm nestand, sa be suyênd û be diro
her nepşikutuwe hêştake gułûkî diłekem
hewesim ber řeşebay payzî dawe, be xeřo
şêx, eger hat û wekû zahîdî řîş loke witî:
lade lem řêge, biłê: heste eto çîte tiřo?
řacyaPen name! her mesele ḧîkmet û şanêkî heye
cahîlî eḧmeq û ker, besîye îtir xermenî co!Alternative Versions: řaste ger cahîlekan, çûnete ser xermenî co