ser ledû yaran ekêşim, bem dił û cergî řizîw

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  114 views
ser ledû yaran ekêşim, bem dił û cergî řizîw
eykeme şîrazeyî hozî bezîw û dabezîw
her gelêk, hat û legeł xizmî nefamî têkqija
çareyî naka le jîn, fêł û sîlaḧ û zêř û zîw
agirî mergî gelî kurdane, her danamrê
wek řiqî esfendyar û, řostem û zorab û gîw
řoj û şew egrîm le tawî qewmî bê pêşçûnî xom
wa le dergey dujmin û bêganeda, bûne hetîw
min henasem bote ẍazî muxnîq û, ahim tifeng
dił leser ew leşkir û aqare, wek bomba teqîw
ta nebûme cerbeze û, barî ẍemî tom hełneřişt
nemdezanî ey weten, bo xełke doxînit bezîw
wek ḧubara her desûřêm, nageme hêllanekem
cê hewarî pare çoł û, xaneyî bextim tepîw
xot binase ey gelî aware, bê şwên û řewişt
çaw le des bêganekan û, dił be xwênxorît cimîw
safe pişkoPen name cîsmî pakî, ser be pê yek řengîye
řoj û şew sûtane karî bo gel û, kûrey defîw