ey xuda, boçî neçûme binebanî gułebo?

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  95 Dîtin
ey xuda, boçî neçûme binebanî gułebo?Nusxeyên din: ey xuda, boçî neçûme binebanî diłeřo?
beşke sa bêmewe ser dewr û qumar û pelupo
her kesê derdî le mil bestuwe, zincîrî xefet
pêy biłê: xałe! le em çaweye danîşe bixo
tirş û tałe beden û, şêweyî şîrînî ewêNusxeyên din: bedenî tał û tirş, şêweyî şîrînî ewê
ey dû leb wişk û řeqa, heste zimanit keřefo
kêye ger debdebeyî derd û beła neygêřê?
ger pyawî leser em çerxe eto mawî, eto
meşqî xał û xetî ew diłbere, îmřo çi deka?
badeyêkim ke be des nakewê, çîme le sebo?
min zemanêke legeł ew gułe bêbake ełêm
maçêkim lê nestand, sa be suyênd û be diroNusxeyên din: boseyê lêm nestand, sa be suyênd û be diro
her nepşikutuwe hêştake gułûkî diłekem
hewesim ber řeşebay payzî dawe, be xeřo
şêx, eger hat û wekû zahîdî řîş loke witî:
lade lem řêge, biłê: heste eto çîte tiřo?
řacyaNasnava edebî! her mesele ḧîkmet û şanêkî heye
cahîlî eḧmeq û ker, besîye îtir xermenî co!Nusxeyên din: řaste ger cahîlekan, çûnete ser xermenî co