ew dujmine segbabe, le yara be nezer çû

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  102 views
ew dujmine segbabe, le yara be nezer çû
ew serkeşe meḧbûbe, le dujmin be semer çû
seyrî ke leser sikkeyî řûy, tuřřeyî zułfî
bo destî minî xeste, le lêwim be heder çû
meylî kemerim çunke le dił piř cewelane
her mûyî nîkatim le ’ecebda, be kemer çû
serkêşe le em da’îre, bo merkezî îḧsan
yarê, ke belay ’aşiqî miskîn be sefer çû
wek şu’leyî řexşende, le sîlabî řîfaqet
dił hate nezer wesiłit û neyzanî leser çû
îmřo, ke zedey neşterî celladî birotim
xwênim be ḧeremxaneyî muştaqî ciger çû
lem ḧucre kewa kewtûy řacîPen name be xeyałat
tûtî diłeket waye, leber meylî şeker çû