’ezîzim, wextî guł hat û beserçû

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  100 views
’ezîzim, wextî guł hat û beserçû
minałî wesił nakam bû, leberçû
seba neyxiste destî bendî şadîy
be laya, boye gyanî piř xeter çû
ewî hat û, çiray te’zîmî dîtî
be tarîkî zelalet, bo seqer çû
biłê bew çawe sa peymane piřka
îtir xêrabe, wa gyanim heder çû
ke xoy hawête ser kułmet, diłî min
le şermî, bo temay serfî nezer çû
be ew maçey ke kirdim dûr be dûrî
be xoşî, bo hemû mestan xeber çû
ke kewte çînî egrîcet, tiraza
diłî min, ey ’eceb, çon bê mefer çû?
nîgarî diłřeqim, çî lê nepirsî
diłim gerçî be xwênawî ciger çû
biřo řacîPen name, le ’îşqa damemêne
leser mewla, eger hat û, eger çû