serim kewtote gêjawî beławe

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  104 views
le ziman birayekî xoşewîstewe nûsrawe, be mebestî diłdarî le şarî silêmanî
serim kewtote gêjawî beławe
hemû dergey jyanim daxrawe
diłêkim bû, ke kirditane kebabêk
leşim boşe le hoş û, danrawe
emendem kûreyî mêşkim ecoşand
ke firmêskîş beser agir geřawe
eger sê sałe, sêsed sałe lay min
be lêdanêkî dił, sałim tewawe
řeqîb û ’eyb û ’ar û têkeławî
be her goşey xeyałim têkeławe
le qapêlkim eger derçim le řûtan
ełên perdey ḧeya û şermî tikawe
eger mat bim le bergî xoşewîstî
ełêy peymanî yarî lê pisawe
eger xom kem be şeydayî le şara
ełêy nakes beçêk û nan biřawe
eger bêm, badegêřîy kem le małtan
ełêy seyrî hetîwey nan û awe
ke bulbul bim, hemîşe bo gułî řût
le kakoł û qijanit, řawe dawe
be xom baweř ekem, ey hoş û jînim
diłit birdûm û bîrim la nemawe
çi biřyarêk bidem, bo řojî wesiłit?
ke dû destim le şananřa biřawe
be kê kem, řawu tegbîrêkî dîdar?
ke westawim be teqdîrî xudawe
diłî, gyanî, serî, řûnakî çawî
be «kak eḧmed» şikî têda nemawe
berî axan, ezanî nagirim min!
demarim pis pis û, ejnom şikawe
le toz û matemî ’îşqit, hemû dem
leşim wek bextekem, řeş dageřawe
le tawit mêşke leq, çawîşe ebłeq
serim lerzek, henawim daqupawe
eger to heqperist û, yarî gyanîy
le lomey xełk û yaranim mehawe
bizane empeř û ewpeř, le ’îşqa
be destî xote em cadde biřawe
be xot ekirê, be ḧeqqî řûy cwanit
ke nermî key, diłî em dayk û bawe
’ezîzim, diłberim, mayey jyanim
ewî îş têk eda lem şare, nawe
fîdatim, boç ebî wa zû herasan
eto çakî, emin karim kirawe!
le her feqre le qanûnî meḧebbet
eto karsaz û, hî min çaweřawe
beranber to, ewî bîkem ’eybidar
kewate her qibûłim key, tewawe
be berzî û řeḧim û lutfî to enazim
ke namxeyte cefa û şor û herawe
le min kurtî, le to bexşîn û wîjdan
netîcey dewretan, zorî nemawe
guzîdekar û, soznide, beyanî
xerîkî to, xerîkî gyaneławe