řût be te’sîrî henasey serdî ême, zerd buwe

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  117 views
řût be te’sîrî henasey serdî ême, zerd buwe
ya le şewřoy perçemit, barî ẍemî hełgirtuwe?
em memet boç şil buwe? em sêwe, ya dûr hatuwe?
ya geyştû bû, be bay payz le sînet kewtuwe?
to yehudî, leyleyî, nek exyelîye û ’amrî
tobe mecnûnî şikand, min zarî tobem bestuwe
jehrî marî têgeřa, gyanî nexoş û zarî min
em dem û lêwet, ke matey dawe, wa şîrîn buwe
xatû zînPerson û kake memPerson, ya şîrinPerson û ferhadPersony kêw
hîçî nawtirê, wekû ême le ’îşqa pîr buwe
bulbulîş nawêkî way nawe le xoy, bo derdî guł
wek minî bêkes çirîkey, şew be gij ’erşa çuwe
heste saqî nerim û şil, piř ke pyałe û bimderê
sozî jîkoPen name, cerg û nawî bextî mey sûtanduwe