benawî xwaye hanam, dunyay hemû danawe

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 6 minutes  116 views
derbarey yekêk le xanme qutabîyekanî koye nûsrawe
benawî xwaye hanam, dunyay hemû danawe
wesfî yarêt bo dekem, leser dinya nekirawe
gwê řagirin birayne, botan biłêm tewawe
yarim be lence deřwa, xerîkî kanî û awe
wa şîrin û şox û nask, pa û pûzî hełdawe
kuştarî ’aşiqane, bew zułf û xał û çawe
dełêy şehên û baze, le teyran berdirawe
hemuwan be carê degrê, ciḧêł û pîr û lawe
qurbanî egrîcey bim, wa çîn be çîn řiskawe
her wek řeşe řeyḧanan, şewawî têgeřawe
wek awrîşmî le şaran, be sed cêga çinawe
wek bařêzey le řazan, řeş û geş û be awe
ke bay dê deybizêwê, be dem tike û xunawe
nazdar û şûş û barîk, gewherî pê xirawe
kezyey serew nişêwe, be cîngił nasrawe
dełêy marî ḧewsere, be cergimîyewe dawe
bałay girtote baweş, xeznêke têy haławe
xwaye bigey be hanam, penam be to hênawe
serî tarîke şewe, şey zêřî lêdrawe
dû mangî nwê le damên, be biroyan nawî nawe
pêşeser mangî çwarde, be xermaney tewawe
biřo bo hercê deçî, řêget nîşan dirawe
qurbanî gwareket bim, řeng zerd, heławesrawe
dełêy sed kesî kuştuwe, le sêdarey dirawe
be çaw beheştî xoy dî, cêgey pê bexşirawe
be dewrî kułmey xoş bû, temay be kes nemawe
be xułamî bim, bijangî, wek neşterî swawe
bo cergî ’aşiqane, řîzey ke lê gîrawe
çawî şûşey şerabe, çend meste, hênde xawe
piřî meze û areqe, qetrêke lêy tikawe
dełêy diłey hejare, gilêney tê gilawe
her tîrê pêy dehawê, le cergî min çeqawe
bimirim bo ser kułmanî, le nûrî piř kirawe
eletrîke û desûtê, şewqî be ’alem dawe
aşq weku perwane, sûta le sêsed lawe
diłim tasaw û kasa, bixûrî tê řijawe
’eceb nask û nerme, dełêy befir û xwênawe
şîrin û teř û mezedar, be hengiwîn têkeławe
bew maçey dwênê kirdim, hêndêkî dařuşawe
yaxwa ’umirim nemênê, agirim le xom berdawe
nemzanî hênde turte, wemzanî qendî xawe
kepûy dełêy findeqe, le zêřî dařjawe
denkêke gewherî jyan, be dû cêga simawe
xezêmekey le yaqût, be sed lîrey kiřawe
demî durcî mirwarî, be danisqey hênawe
didanî řîze gewher, lelay xway hondirawe
lêwî, biłêm xunçeye bazařim lê şikawe
yaqîq û le’il û mercan, hemû deçne penawe
lêwî leser ke danêm, dewestê gyan be pawe
dest becê derdepeřê, ke lêwim hełgîrawe
çenegey goyî ałtûn, be qudret nexşirawe
nîşaney řêkupêkî, çerxêkî tê xirawe
biřwane qołtî řengîn, piř şehd û piř şekirawe
awî ḧeyatî têda, tik be tik řawestawe
nagutrê berẍebabey, be kareba kirawe
turit û teř û sipî û lûs, řewneq dexate çawe
gerden dełêy qułînge, barîk û berz û lawe
ałay leşkirî beheşt, leser şan řondirawe
şerabî ḧewzî gernêy, cewazî pêdrawe
bînoşe saxêrabe, heta nebûy tewawe
qurbanî şanekan bim, desmałî tê şetawe
dû liqey darî bane, řegî xoy dakutawe
zîwîne qołî nermî, kafûrî ber hetawe
anîşkî tîşkî řoje, le çawî kul dirawe
baskî dełêy xeyare, wa nask û be’awe
be şûşewat û bazin, dełêy xełat kirawe
biřwane piştî destî, wek awêney siřawe
dełêy moncey serabe, be birîqey řoj serawe
engustekanî bilûr, piř heyt û hût û hawe
engustîle û ’ezamat, be sed cêy têkirawe
hemû şimqarî befirin, be çerxî řuḧ geřawe
hîlal û bedrî daym, hełatuwe û lebawe
banî nînokekanî, xwa zînetî pêdawe
înca bo sîney bimirim, sifrêke lêy nexurawe
fincanekanî yaqût, serewnxûn kirawe
jyanî dił debexşin, bew terze danrawe
her yek goyêkî pêwe, ’alemî pê kujawe
pêm nagutrê hewałî, wa dyare řêzey nawe
çît pê biłêm? ke sîney, tebeqî aftawe
leber ’ecayebatî, demaẍim asyawe
biřwane qaşî nawkî, be hełmasê simawe
hezar řeḧmetî lê bê, be destî kê biřawe?
leser gumbetî zigî, cêy xałe hêştirawe
penîrî teř qełate, be destan neguşrawe
leser dû texteyî ’ac, çilon bîna kirawe?
lelay ’erdî muquddes, dergêkî tê xirawe
be leşkirî xeyałat, hêşta fetiḧ nekirawe
qufłêkî bê kilîle, cergim leboy sûtawe
xewm le çaw nakewê, ḧałim lê peşokawe
dendûkî baz leserîye, telesmî bestirawe
le beynî dû quley zîw, be simtyan nawbirawe
êşkeçîn xałekanî, jyanim pê nemawe
xiř û piř û beşûşin, be xertî xwa geřawe
heta kiławey çokî, dełêy qełatî awe
êsk û demarî dyare, dełêy masî serawe
belek û qap û gozîng, kafûre têksiřmawe
nerim û xiř û piř û lûs, be qałb dařjawe
awim le çaw dehênê, weku zîwî tuwawe
engustî şûşewate, gewre û giçke û lenawe
deçu bo kuł û qesarî, be naz û fîz û tawe
ḧorî be lence deřwa, perî debûn biławe
ew xeberim hate gwê, lêm dadebeşî řawe
pena bû xom geyandê, lewm dekird siławe
temaşay kird minî dî, desřey be xo dadawe
taqe maçêkim lê xwast, gutî: biřo bewlawe
lêm lade ey hetîwe, to çît beser min dawe?
çendim kird nehate řa, dunyam lê peşokawe
pêmgut: qulapî zułifit le cergim xistirawe
witî: emcare debřo, îşêkî zor nikawe
şerit bê be şertî řastî, emcare bimxe lawe
carêkî dî be pêy xom, sed maçim bot hênawe
witim: ey gyanî şîrîn, firsetim baz nedawe
hetaku carêkî dî, beşku ’umirim tewawe!
çendî wit gwêm nedaye, diłim boy piçřawe
wam řaguşî le baweş, ke pêmewe dûrawe
wemzanî řoḧî xome, zînduwayetîm tewawe
lêwim mijî be carê, diłim hate semawe
lenaw dîwanî sînem, mecrîsî lê gîrawe
be nay û saz û semtûr, şayî lê řakşawe
hêndem guşî û mijî ew, bêhoş bûm çûm belawe
mirîdî ẍewsî beẍda, emem bo to danawe
basî meken le kin kes, ey yarî bełek çawe
emin û eto ḧeyaman, her pêkewe řijawe
îşman be aqłî bê, ta çî têneglawe
be kułim û memkekanit, ke ’etir û piř guławe
men’im meke be qurban, cergim le bot pisawe
çend carê ke min hatim, demê bimxe penawe
maç bikem lêw û kułmet, dełêm mandûm ḧesawe
oxey çend xoşe wesiłit, be çende tam û awe
---------------------------Missing