çengim çenegey çende çinî, her neçnawe

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 3 minutes  124 views
çengim çenegey çende çinî, her neçnawe
mêjûy huner û hêzî mijîm, ew nemjawe
perjînî jem û jînme, piřî jan û hejane
wek perçemî piř çîm û çemawî, ke çemawe
aware be hawarî hewarî diłî naya
ew yare dyarîme, be yarîy neřwawe
hatim be nehatîmewe, nawim be hetawe
ta tawî dił û dîde, le tawî xełetawe
carê nebû, carî bim û, cařdem lewî lêwim
xałî min û, ew xałî, demî xałî nemawe
herçende, be herçendê ke lem çendeme nemçend
hêşta emelî ew kiçe giçkem nebřawe
her řawe selem bû, ne řîbay maçî diłim da
wek gyan û serim, dewrî dirawim nedrawe
pařawî řewey řawim eka, řawî řeway řûy
bîmarî be tîmarî xetî marî mirawe
dupşikî ke pişkî mine, dû şik le beşêke
bêbeş le şik û pişke, dupşikî ke şikawe
řeftarî ke her tare, biłê tare le guftar
dîwanî le dêwane, pije û pêwedrawe
tawanî çibû? tewnî henawim ke lenawçû
nawçey niçetay ’îşqî, be meşqim neçetawe
ba lew kej û kêwane, kujabêştewe kêşem
sûze û giřî agir, le kejawem nekujawe
ta ogrî bim, xwênî girînîş keme gewher
her dawî şedawî, le şetawim neşetawe
îşim keçe, řîşim keçełe, gêçełe pîşem
tîşem nebiř û şûme, ke têşûme tewawe
herzane, be lerzane, řez û řûze wu řazim
lerzîwî bilerzekim û, zirawey le zirawe
axir, le xiřî xêre ke xiřbotewe xirmey
ye’nî be dirêjî emelim daneřjawe
bazêke be bazîy, hemû nazê ebezênê
bazařî hezar zarî, bezarî ziře řawe
îmşoke peşokawe pişûm, bew gułî pişkiwaw
nebzûtuwe, zawa nîye, nawanî bezawe
řojêkî çi bê řêjewe, bîřêje dû çawit
sařêjî bike řêjenî em dîde řijawe
řût, ’eksî le kes megre, meger her min û ahim
awêne, weha wêne, be hawînî nedawe
ta mawî, le tamawî temabiř mebe, wek lat
latê be beławe bigre, megre belawe
karit, keřetê lem diłe naka řetî matem
lew řûtene, dûřû řetî dawe, ke řetawe
jîkoPen name! mijekî mêşk û, jekî bîre wu bîr be
mayet meyene meykede û, mey bike çaweAlternative Versions: mayet meye, ne meykede û, mey bike çawe