agir le diłî bê zewerim, hełmegřêne

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  110 views
agir le diłî bê zewerim, hełmegřêne
carê be serî lêwî gułînim bidwêne
bo mirdin û jîn, şane û hêlaneme nîştiman
bo cêyekî tir, hengî diłim hełmefřêne
biřwane wekû xulxule lem deştî geyştin
bo hewłe ke exulêtewe, wek baz û şehêne
hengiwîn eřjê, lem diłî hêlaneyî wêran
sa awekułî giryetî pêda meřjêne
ey taze be gencî, wekû ’er’er şiłejawî
destê le ser û kułme û perçem bixşêne
toz û temî naşadîy û nařêkî bebade
yek bade, leser penceyî zîwîn binwêne
ey kurdî serawirdeyî ẍem, memkuje carê
satê le seraperdeyî şahîm binwêne
bo pêkewe nûsan û, biławey çepeł û pak
em zêře le botey teqelada wetwêne
wa ḧel bû hewênî dił û ser, bes bikułêne
çîdîke lenaw bogen û zibłî mexzêne
ey sirweyî laçawî seruçaweyî kurdan
pêstim bigûr û, řîşeyî cergim mepsêne
řacîPen name were bînêje, le hêlaneyî xota
lem bûr û beyarane, nemamit meçeqêne