nîşaney bê nyazîm û, fuẍanî řojî mirdinme

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  93 views
nîşaney bê nyazîm û, fuẍanî řojî mirdinme
heway nasaz û řeşbextî, cezayî çakekirdinme
le bêdadî ewa pîşam, biriştim, çawî dił kiz bû
le řêy awekułî bûn û nebûn, hênan û birdinme
gułim kiz bû le gułşen, agirî tê berdira gułzar
ne bulbul ma ne qel, herçî ke obałî le gerdinme
cehendem daxrawe bo xwanasan le dunyada
jimarey pîs û pake, yanî řojî hełbijardinme
derim ken, řamřifênin, bimkujin, bêcge heqim nawê
beyarim bo çîye? katî dirext û mîwe çandinme
çi hêzêke le řûy heq danemênê û, serinxûn nekirê?!
çi katêkî pişîle û gurg û şêr û mar xwardinme?!
biguncêm, řêz řabgirim, le her şit çaktire, îmřo
le řêkupêkî dernaçim, çi to to û, çi min minme?!
dirêjî hîç karêkî, wekû dewrî felek nabê
le layê agire û dûkeł, le layê befir û bařnime
ke her bimirim, heta emirim, le řastî zêde nanasim
egerçî řawe řêwîme û, le kêw û deşt kun kunme
gelê komeł kiran û, hîç, neyanbû sûd û qazancêk
be boşî çûne der axîr, wekû em berge çiłkinme
gelê mêşkî minałan piř kiran, bîrî minałane
le kîsim çû kuř û kiç, ey xwa, em ’esre dujminme
ke xom xomim newê boçî le xełkim çawe, çirkey çak?
zewîm û kan û awim çû, kun û kaw cêge nûstinme
ne pare û pûl û nanim bû, ke carê biçme naw ’alem
nexoşî sîl û sewdayî, ke xoşî û řabwardinme
emende bo çenedrêj û heraşî, mał xerap jîkoPen name?
bełê derwestî xom nayem, egîna ḧeqqî bestinme!