serinxûn kewtûm û bextî bed le nawî çawme

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  100 views
serinxûn kewtûm û bextî bed le nawî çawme
meşqî bêganan şepolî dîdeyî giryawme
qaqmey hodem şika, serbanî řastîşim tepî
herçî dujmin pêm eka, swênd û diroy bê nawme
bîr û mestî, kwêr û fanos, ’eqił û ’aşiq, çon ebê?
qeḧpe, namûsî leber pêy pûl û parey lawme
to be kê baweř ekey? lew karxaney dujminan
her kesê hestê biłê, sed care boxom gawme
swênd û peymanêk be řûtî kêr û kus bê û, mêzî piř
her mezey mîz û guwe, doşawî cerg û nawme
kurdî damenpak û řewşen çaw û diłsaf û řewan
wa ezanim tefrexwarît, wek xeyałî xawme
em kej û kêwane nabînî?! be çend řeng daysên
dîmenî xwênî dił û, sîney be ẍem sûtawme
em hemû mêlaq û nîsane û, çeqîle û bûkî sûr
eşkî dîdey agirîn û, goştî zor birjawme
axe bo kwêstanekan û, daxe bo germênekan
destî xoy birdotewe bêgane, min dořawme
yekdigîrîman nebû, bem swênde bedroyanewe
xoşî xoşî dujminan, lem hozî têk’aławme
bem hemû kangey wełat û, bem hemû mawey dirust
destigîrî hîç nebûm û, êste çaw û řawme
destełatit ger hebê, dujmin be gij mara bike
min le tirsan û hełatin, yek şirît şaqawme
damram û bûme pişkoPen name, ta nebûme xołemêş
kurdekan! pêm dabxen tendûrî hîwa, bawme