ew maçî dem û lêwe, ke şîrîn û betame

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  112 views
ew maçî dem û lêwe, ke şîrîn û betame
nemzanî, ne zanîne, neřawêje, ne wame
min, herdeme lem çaw û diłem eşk deřêjim
amîne du’ay řoj û şewm, nameme, ame
narincî memit, bote mezey sozî dirêjim
ahî diłî serxoşme, lew sîne bekame
kułmet gułî awatî gele û, zînetî jîne
bałat qedeẍey eşk û ẍeme û, taze nemame
bîrit le dił û mêşk û demaẍim, ke çeqîwe
gyanêke le leşda û şerabêke le came
ey sûre gułî řojî cwanî le behara
takey diłekem lew gułî dîdare nekame?
řût, qûtî ciger, baxełî awatî jyane
bo perwerşî hozî beşer, kar û werame
ey nerim û şiley nask û terzey teř û paraw
bes bimkuje bem derdeserî û dûre peyame
ey şahîdî bazařî hemû kwêrewerî dił
boç waye beşî ême, hemû zarîy û zame?
encamî nebû, girye û hawar û henasem
çon gewre be emcore, le azarî xułame?!
jîkoPen name be hewayêkî demî toye, epşikiwê
xende û hewest mayeyî jîn, pişt û pename