nayete ser meqamî dił, be şûrîy û cinûnî min

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  115 views
nayete ser meqamî dił, be şûrîy û cinûnî min
nayete karî baẍ û guł, be bulbulî zebûnî min
dwênê guł be destewe, le destî xom degestewe
le řûyî toy debestewe, qetreyî eşkî xûnî min
pence legeł kemer deka, meylî le derdî ser deka
xoy be heba heder deka, xeyałî tûn be tûnî min
cîlweyî camî mey dewê, saqîy û bezmî key dewê
mutrîb û helheley dewê, ẍem le diłî nigûnî min
nageme karubarî to, nîme serî dyarî to
lew çem û xunçezarî to, bê wece hatuçûnî min
perçemî xiste pêç û xem, xał û xetî xiraye dem
tamî nemawe zor û kem, çaweyî orẍenûnî min
karî be zebrî ebruwe, her fêrî mekir û caduwe
çunke le her lawe řuwe, batîłe tîẍ sûnî min
bimxere zincîrî emel, bimdere ber çerxî ecel
çare dekey bełke legeł, cinûnî piř finûnî min
hatewe řacîPen name be sitem, kewte fuẍan û derd û ẍem
dîdeyî řûnî bûnî em, hatewe řûy nebûnî min