em taqme xałane, kewa dił eřfênin

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  97 views
em taqme xałane, kewa dił eřfênin
lew kûreyî ser kułme, be tawî edemênin
em desteyî xettane, be dem zułfî syehmar
yek řişteyî cergim heye, wa eypiçřênin
em cumle nîgarane, le řûy ḧusin û letafet
bê awî ḧeya, bulbulî min heł’efřênin
em cem’e tebîbane, leser zamî birîndar
sebir û xîredî ’aşiqî bê dił estênin
em mecme’e tasate, leser çawî xerabat
dînî ẍureba, her be tîcaratî ehênin
em ḧelqeyî diłdar û mey û mutrîb û saqî
bazařî cînan, leḧze be leḧze eşkênin
ey dił, to legeł řoḧî birîndar le des dost
lem kuncî tenî řacîPen nameyî aware memênin