kê heye ger bête hawarî diłî piř derdî min?

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  136 views
kê heye ger bête hawarî diłî piř derdî min?
kê deka dermanî derdî hemdemî xwakerdî min?
ger bigryem ta qyamet, naya norey pêkenîn
kiştî nabê awezarî nabekarî ’erdî min
nałenałim řoj û şew dêt û, negeyye hîç kes
çî nekird sed sałe lem meydane ahî serdî min
dił becarê bote barî hoş û ’eqił û ẍayîlem
piştî xom eşkênê ger bîhawme dujmin berdî min!
řaxzî marî ẍemî to, kewte naw kuncî demaẍ
xoy lenaw sik na be hêřîy bextekey namerdî min
nîme tawî ẍem be sed esper, le meydanî emel
wa degate çerxî noyem, nałeyî şewgerdî min
nî’metim her ax û daxe, zînetim firmêskî ał
xwênî çawî xome birdî abřûyî zerdî min
her kesê hat û xenî bû, têxzaye gencî beş
diřk û dałîşî nehênawe, birakem! werdî min
řacyaPen name, dergey wîsałit lê be quř gîrawe, sa
ḧałî toş wek daşî řîswa, kewte berpêy nerdî min