yar hate ser hewałey, em diłey xerabî min

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  94 views
yar hate ser hewałey, em diłey xerabî min
řesîdî kird defterî ’îşqî bê ḧîsabî min
ey dił binałe ta key, ekêşî to barî ẍem
řoyî be bê nîşane, xetî bê cewabî min
haware sa řefîqanî ẍemkêş û piř beła
bê xud be deştî xistim, hewayî şerabî min
seba were bizanim, le gułşen çi da’îre?
le beynî bulbulanî qelender be tabî min
axo be naz û ’îşwe, eda kamî bêkesan
ew nazenîney diłberî ’alî cenabî min?
herçende min be soz û nałewe weram edem
axo kemê egate, şehî bê ḧîcabî min?
řacîPen name were le řûyî yeqîn heł ke çil çira
ta le ’eksî ḧerfewe, bigřê şîhabî min