hemû řojê be milyon, dest û damênî nemanim min

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  107 views
hemû řojê be milyon, dest û damênî nemanim min
legeł ah û esef, perwerdeyî řêy cawîdanim min
gułî bextim werî, îksîrî wesiłim xakî têkeł bû
be dem dawî nîhanim, ya leber çerxî zemanim min!
be çawî xom debînim, wa qyamet řabuwe îmşew
keçî hêşta xerîkî karî ’îşqî nîştimanim min
hemû ’alem be gurcî îşî pêk hêna û, ya fewta
becarê, serguzeştey pîr û la û diłberanim min
defermiwê, kêwî xem to hełkene, ew şoxe şîrîne
leber bê îltîfatî, wa dezanê pałewanim min
be kullî sebir û hêzim lê biřawe, min birîndarim
xetermend û, ze’îf û, bê kes û qelb û zimanim min
nefîrim asmanî girtuwe, hawarî emlake
ke emşew bo xiroşî ’eqił û ’îrfan, pasewanim min
leber tewqî kemer, xiřxałî pêye, bendî eřwaḧim
le pêy yaranewe řuḧ sûkim, emma sergiranim min
eman amane her la, da’îrey ’îşqî diłî řacîPen name
bełê, nuxtey beraber merkezî cewrî bitanim min!