le kenarî serwî diłber, be tełeb sikenderim min

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  102 views
le kenarî serwî diłber, be tełeb sikenderim min
be xumarî çawî şoxî, le şefafî guherim min
be fîraqî nazenînan, be wîda’î yasemînan
le şikencî ’uqdeçînan, be xuda qelenderim min
çemenî wîsałî meḧbûb, be lebî cemałî mewhûb
be serî xeyałî aşûb, le kenare bê derim min
serî zułfî ew nîgare, diłî xiste ser qenare
leb û nazî ta dyare, le dyarî xencerim min
denwênê çawî mestî, be diłî biłind bestî
le yemî xumar řistî, be hewa semenderim min
likî bextî napesnidim, berî wesłî xist û sendim
çi nexoş û zexmimendim, tûşî derd û keserim min
serî řacîPen name gêj û mate, be xuda bê destełate
ewe bendî ’êlesate, çi beła beser serim min!