cam û dû leb û çawî sya herdeme mestin

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  89 views
cam û dû leb û çawî sya herdeme mestin
can û diłî min, bend û hewaxwahî qefestin
to şekkerî şîrînî û hengiwînî museffa
muftî û min û qazî û řeqîb, mêş û megestin
’eqił û edeb û, sebir û şekîb û dił û dînim
bo řesmî sefer, muntezîrî dengî cerestin
kewtote diłan, zelzeleyî setwetî şoxît
ḧûr û perîy û şah û geda, ’edmî hewestin
em sêbere, kanî nezer û zewq û ḧeyate
ehlî xeberî ême, sefa poşî nefestin
me’lûme be em şoxîye, eskender û asef
pabeste û sergeşteyî yek nîwe ne’estin
řacîPen name! çîye wek hewrî ecel, şekwe degêřî?
ehlî tereb û meykede nêzîke ke hestin!