le çîn û tarî gêsûta, birîqe û coşşî řûtin

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  89 views
le çîn û tarî gêsûta, birîqe û coşşî řûtin
le mewcî meş’eley řûta, ẍulam û bendî gêsûtin
le goşey çawî mexmûrit, nyaz û ẍemze û nazit
le qetłî ême mezbûtin, be dû şimşêrî ebrûtin
kemer bestey qedî şoxt, çinar û seru û şimşadin
şeqîqe, le’il û yaqûtin, xecałatî lebî qûtin
le kuncî sînema bezmî xeyał û xałe damezra
be taqî zemzemey ’îşqit, legeł babî ecel cûtin
şefafîy çû, sema nawî nema, řût heł kira, cana
dûsed hařût û mařûtin, serapa xakî nasûtin
ẍubarî řoḧî min çunke, le damênit xudaco bû
le ’erşa eḧmed û ’îsa, murîdî şahî lahûtin
ḧeqîqetkarîye îmřo, le ’eqił û řoḧî bêdadim
terîqetdarîye, nefis û hewa munqad û ser řûtin
nema sebirim, tika şermim, şika neqdim, pisa cergim
be girdî, herçî hembû min, le jêr tałanî cadûtin
le qapîy xêr û îḧsana, be qapê mey ke řacîPen name bim
dił û dîdem tikakarî, leb û zarî şekerxûtin