karesatî hêrşî kulle zerd

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 5 minutes  235 views
ke wextê aşkira bû sûç û tawan
beła wer bû, benaw qewmî musłiman
le sałî nosed û penca û sêda
hejaran kewtine firmêsk baran
le layê genme sûre jengî lêda
le layê diřk û dał, zîwan û zîzan
le layê bû temay xermane řeşke
be des mindał, gelêkî hate sûtan
sepan û mamecutyar, dił be ẍem bûn
demarî pişt û diłyan kewte hêşan
lenakaw, cig lewane, leşkirî zerd
hicûmî kird, be sungî hate meydan
be nêr û mêwe têkeł, wek hełate
helu’e û, têrî naka xakî kurdan
ke seyrêkî hewa û aw û gyay kird
hemû bûne ’îşqibaz û girancan
yek û dû swarî yektir bûn, hewayî
ke girtî řûy zemîn û, poşî asman
yeqînî kird, be des ême efewtê
geray dana, le werd û řemił û deştan
ḧikûmet kewte pirsyarî ehalî
be qanûnî zîra’et hate cewlan
belaẍî daye me’mûr û mufettîş
ke polîs çûne ser muxtarî gundan
nimûney hełkenin, cêgey bizanin
heta mîzanîyey ken, gurc û çespan
ke me’lûm bû, le me’mûrî miḧellî
xerîk bûne qise û berqîye lêdan
wezaret kewte texsîsî mesarîf
be damezranî çend lîjne le gencan
be hejno řoj kemtir, ew kulley zerd
jyawe, kake! wêney awî tofan
be sułtey xoy muxewwel, «mistefa begPerson»
ke me’mûre le koye, bêgî cafan
be barxaney celb kirdin, ’eqaqîr
sem û gunîye û kepek, bê ḧedid û ḧusban
le şerqî koye, dayna dû muraqîb
ewanîş «waḧîd aẍa» û kake «řeḧman»
çi têkoşer, nebez, genc û dilawer
tehemten, kîmîyawî, merdî meydan
ke her êke, be lîjnêkî kirêkar
xebatyan xiste deşt û çom û girdan
tuřumbêlêkî lorî, wek fiřoke
ekêşê, giştî pêwîstî řez û ban
şofêr kak «eḧmed»e, wiryawu aza
qise û řû xoş û, lêwî piř le xendan
le lîjney êmeda, emin û «feqê ḧusên»
nîşandar û, ciłewkêş û, qumandan
dû «’ebdułła», yekê koyî, ewîtir
dilêrêkî be nawbange, le «berzan»
le esłî hozî kurde, «lawe mîrza»
dû amoza, bełê «tofîq û ’usman»
muřetteb «mam teha»ye, esłî xoşnaw
«simayl», ḧarîsî xezênan
wełaẍdarêkî ’entîke, «kerîm beg»
suwarî espe bore, wextî bazdan
serokî lîjne, «’ebdulwaḧîd aẍa»
ẍefûrî, xanedan û xawenî şan
serokî lîjneyî «dondar» û lay «ko»
ḧewêzî, gencî cêdar kake «řeḧman»
ke «îbrahîm»e, mosîqa le cenga
hemûy serxoşe, giştî, genc û lawan
hemû, wek pałewanî řojî dawa
hemû ustad û, xawen řêz û me’lan
hemû řojê, le layê bang û hawar
ke leşkir hate naw tûtnan û małan
«ḧisên xatûn», kiz û sersam û sawa
le na’ûr û, pyaz û, şetił û, bêstan
sedayî «yadgar» û «mame zeyneł»
legeł «eḧmed mecîd» û, kake «qurban»
kuře hîçman nema, mirdîn le naw pas
desubird ken, newek bixiwa minałan
le zerfî çend řojêkî, swar bûyn
nebûyn muḧtacî çek, bêcge le derman
ke êmeyn leşkirêkî piř le nesret
kemê bûyn, zorî kirdîn ḧeqqî yezdan
be ẍaz û qunbeley zeřře, be îş çûyn
ke îşî pênekirdibû, ceyşî ełman
îtir hawarî ’alem, wa biłind bû
temî poşî, ser û laçawî dêyan
demê «elyasesûr»y kesnezanî
demê «qesir»ê, demêkî xełkî «kawlan»
demêkî «gomeşîn» û «kanî hencîr»
demê «kanî řeş» û, lay «qazî begyan»
le her ceḧfel, ke řûman tê ekirdin
le tirsa, ceyşî zerd giştî exnikan
le naw xoman egirt, ew leşkirî zor
be derman û be şuřkan, dûr le buxtan
be satê, ceḧfelêkman lê ekuştin
şeřî ême û, sirûr û cejnî teyran
gelê caran be ber ezyet ekewtîn
le cêy naxoş û nûsek pêwe nûsan
xeyałî hendese û, řesim û, xerîte
fiřêmanda, le xuttey karî dewran
mełên bê řêw û teqdîr, nakirên îş
çi îşêke, ke neyka ’îlim û îman
be serdan hate laman, kake «řeḧman»
le řojî bîst û sêy mangî ḧuzeyran
legeł kak «eḧmed» û «îbrahîm aẍa»
le kirde û ceng û řezmî me, ’eceb man
şewêkî pêkewe, jînman beserbird
be şimşał û, def û, ḧeyran û, goran
bijî qa’îmmeqamî şarî «koye»
le berzîda, ke bote me’den û kan
cenabî «mistefa beg», dił be sefwet
cîhangîrêke, zaten xizmî xoman
mulaḧîz hate laman, kake «cebar»
delîlî ’eqił û ’îlme û, cûdî însan
geş û řûxoş û, fîkirî piř le ḧîkmet
qyafet řêk û řuḧ sûk û kizey gyan
qidûmî ew, kulley labird û řoyî
ewey mabû, betaw řûy kirde kwêstan
eka pêşkêşî em te’rîxe, řacîPen name
dyarî xoşewîstan û birayan