leber derd û beła, bem şêweyî pîrîme mindałim

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  101 views
leber derd û beła, bem şêweyî pîrîme mindałim
be nîsbet qametî yaranewe, tê fikire min dalim
egerçî dem bedem agir defim, famî sefa sûta
be yek şewnim nebû bê dost, lebo pirsînî eḧwałim
le ẍemxaney fîraqa, têpeřî ’umirim be tarîkî
le çawêkim nedî zeřřatî dîdarî xet û xałim
be kûy xoy têpeřî da, çawenořî badî damênim
ke pêwîstî bika, ba bîtekênê tozî amałim
be her lada biřom, manendî ’îşqî min nîye hergîz
le her cê dabnîşim, mîslî nabê yarî çawkałim
leser ’umrî ’ezîzim, pêm dełê giryaw û řûzerdî
be qurban! çî bikem bo řengî zerd û sûrî ’ewdałim?
elerzim, her ke teşrîfit le her la hate ber çawim
le sayey ḧusnî toye, payemał û bê dił û lałim
wekû hêlaneyî zenbûre cergî min, leber xałit
be dawî sengesarî bigre yařeb, mamî yek xałim
lîbasî şewq debřê, new’erûsî wesłî lêw’ałan
ełê: řacîPen name le perdey qudreta ba bête ser małim