cana! be xuda min ke le bot xun cigerêkim

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  98 views
cana! be xuda min ke le bot xun cigerêkim
her dem be ẍemî řûyî to ẍerqî xeterêkim
bigirim binî memkołet û, bimjim serî kułmet
têşûy diłî bîmare, xerîkî seferêkim
bîbeste le gerdinim û qedim, ḧelqeyî zułifit
biřwane çilon ’aşiq û, çon cîlwegerêkim?!
wextê ke xeraman eçî û, dêyewe mekteb
çaw piř le guł û laleye, dił piř şekerêkim
dił bo qefesî pencereket tûtîye, qurban
carê be wefa fermû, bike çareserêkim
bê řeḧim û wefa besye, xefet kuştimî emsał
bo maçî demit, soz û biłêse û şererêkim
tabûrî ẍemit, kewte xeyał û dił û kellem
em leşkire milyare, minîş her neferêkim
herdem wekû bulbul, ke le aqarî gułêkim
ḧeyran û serasîme, serî sîmberêkim
emşew le xewm dîwe řux û gerdinî, řacîPen name!
eguşim, emjim, ba bigezim řûy qemerêkim