to «ba» û min xezanim, ya mangî, min ketanim?

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  98 views
to «ba» û min xezanim, ya mangî, min ketanim?Alternative Versions: to badî min xezanim, ya mahî min ketanim
ya řoḧî min řewanim, ya metnî, min beyanim?
çawit be camî bade, şahêke mest û şade
řeḧmê ke şahzade, demêke pasewanim
mût nafeyî tetare, zułifit be ḧelqe mare
řût kangeyî behare, gyan, gya řuwanimAlternative Versions: řût menbe’î behare, îmřoke min şwanim
nexişt wekû wenewşe, bênxoş û piř direwşe
qamet çinarî ḧewşe, min teyrî bê nîşanim
bextî feqîrî diłřeq, ger lêy biden be metreq
naguncê cê bika leq, bo ewcî astanim
to şahî min esîrim, to berz û min feqîrim
to tîf û min ḧerîrim, to fîkir û min cenanim
meḧbûbe hate guftar, fermûy be lêwî meywar
řacîPen name mebêje eş’ar, to sûkî, min giranim