cana! were lay min, danîşe kenarim

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  104 views
cana! were lay min, danîşe kenarim
biřwane wefay min, her şîwen û zarim
ey dost be lence, carê mebe řence
yek bade be pence, pêy benicke demarim
wa dił bexeber hat, xwênawî ciger hat
sed tîr û teber hat, bo řoḧî hejarim
wa ẍerqeyî řořom, herdem le xemî tom
nêzîke ke bitxom, herçend keledarim
ta derbederêkim, her quřbeserêkim
sûtaw cigerêkim, bê cêw û hewarim
ey diłberî ře’na, xoşqametî zîba
ger demkujî êsta, maçê bixe zarim
řacîPen name be serî to, gîra le xetî to
ta cîlwederî to, min her şewî tarim!