swîçêkî eletrîkî řuxî, wa cergî gîrsandim

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  104 views
swîçêkî eletrîkî řuxî, wa cergî gîrsandim
be sozêkî bekuł takû beyanîy ’îşq nałandim
ke dengî nazî hat û, řengî gułxendey birîskey hat
wekû hewrî şewî nîsan, dû çawî tarî giryandim
berq têy řaxuřîm, ew diłberey şîrîn û dû bała
be tawî terze baranî, binaẍey jînî řûxandim
wekû leşkir, xet û xałî betałan birdinî dił hat
wekû meşke heławesram, diłî piř janî lê sandim
hemû deştî xem û tałîm, řeş û şîn dageřa yekser
heta axir sipî û sûrî gułî xwênînî pişkiwandim
minałêkî wekû dił, qelẍetim çendî le baweş girt
ke řûy nûrînî yarî dî, henaw û cergî qirçandim
temakarane řoyîm, neşgeyştime diłberim řacîPen name
bełê, lem daweda ta sûř û hewłim xward, ałandim