carêkî nebû, diłberekem bête kenarim

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  105 views
carêkî nebû, diłberekem bête kenarim
emcare meger bête qîtalî diłî zarim
ey serzede, serwî çemenî baxî beheştî
xo lade le řêy qametî diłcoyî nîgarim
diłdoze, cîhansoze henasem, le ẍerîbî
pejmurdeye, pamałe, gełařêze hewarim
derdim, le nîgahî qedeḧî çawî xumare
bo neqdî şîfa, muntezîrî sêw û henarim
bîmar û serasîme dił û řoḧ û ciger mam
şêwaw û giriftarim û, zîndane ḧesarim
ey řoḧî řewan! pursişî em xeste heta key?
ta key be hewes? ya were, ya bibře demarim
ta meylî nezerbazîye, şahanî dû çawit
şayane, ke şayî kene ser řoḧî hejarim
meḧrûme be kullî, wekû em bende le xizman
her kes ke biłê, diłber eba sebir û qerarim
bo qesdî serî řacîPen nameye dê hîcrî diłaram
ta hemnefesî badî seba bin guł û xarim