le dunya, her diłî ’îşqe semendok

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  108 views
le dunya, her diłî ’îşqe semendok
tenî pîr û řizîw û wişk û qirçok
esîrî zelzeley çawî nîgaran
tewella bûn leser pencey tirincok
ke dermanawe neş’ey baẍî cennet
nîşaney kewsere awî «çinarok»
çemanî «koye», fexrî řoḧ û řeyḧan
şerab û şîre serçawey «ḧemamok»
were saqî, be neş’ey dest û pence
were mutrîb, be awazî řebabok
le bezmî qametî serwî xeraman
çiraẍî şahîdanî baẍî babok
be nuktey tazeyî barîkî řacîPen name
serî bûkî me’anî kewte ser çok