neẍme û tereb û tare, ewa geywete ta tûk

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  114 views
neẍme û tereb û tare, ewa geywete ta tûk
gułgeştî beharîy, were, hênawîye sed bûk
nextê le guł û sunbulî dû lêw û dû zułifit
biřjêne beser xakî diłim, bîkere memlûk
řoḧim le seraperdeyî ’îşqit, be hewes hat
sed qametî azadî, be to kirduwe meşkûk
damnawe leser penceyî dîn, camî lebaleb
murẍêkî birîndare, be camê buwe meşbûk
ger gendumî xałit nedebû, ademî eřwaḧ
hergîz nedebû, diłgirî sed xermenî çełtûk
zułfî syehit, ḧazrî heycaye be her řû
çarey nîye ew mare, le em gerdine wa sûk
řacîPen name le řeqîb têpeře, ba her bweřê sa
ya çareyî seg sehle, be yek nîweyî estûk?!