şêrî ẍemî řût, wa le diłî xistuwe çiřnûk

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  107 views
şêrî ẍemî řût, wa le diłî xistuwe çiřnûk
pêstî serî damałî be firmêskî bełałûk
herçî heme pêşkêşî dem û, řîşwetî zułfe
diłdar witûyane: îtir ker kuł û bar sûk
xendey ke ehonêtewe zincîrî didanî
şorawe, duř û gewhere, nek daneyî çełtûk
şî’rî mine taze û teř û, hełbestî lemewpêş
xoşim ke ewê, şêweyî berbûk leber bûk
sînem be xefet daqłeşaw, kurte perasûm
wek pişt çemî mamewe çirç û kiz û bê tûk
qurbanî dem û dîde, çi «besraLocation» û çi «beẍdaLocation»
pêşkêşî mem û sîne, çi «hewlêrLocation» û çi «kerkûkLocation»
takey tuxuda, dîde diłim dadexurênê?
şamarî, demarim degrê, perçemî gazûk
tînûme, be camî dem û meyxaneyî çawan
birsîme, be narincî mem û kułmeyî estûk
gyanî le tenî zar û birîndarim, derêna
şabazî muje û çawî, be çengał û be dendûk
ser meẍzî pija, nawkî hênayewe nêrgis
dił firiçkî gûra, be heway sunbul û xiřnûk
daxî cigerm, řengî geş û ałî be řû da
lew zułfewe, kewtûme cefadarî û ber tûk
ew ’aleme ko botewe ser ême be têła
lêden, bikujin, ’aşiqî yezdanî û mehtûk
ḧałî min û dił, ’îşq û qedit, nayete poşran
wek çoleke sofîlke, leber hełmetî başûk
pişkoPen name bese, em ẍalîye û dûkełî mîske
ya xwênî syaweḧşe, be dem řostemî sersûk?!