destî du’a degirim demê, gwêm piř le guftare mebes

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  100 views
destî du’a degirim demê, gwêm piř le guftare mebes
çawî be kuł hełdênim û, quçawî dîdare mebes
dekulênewe zamî be kuł, ke bîrî dîdem dête dił
herdem le awazî nebez, derdim gelê zare mebes
ke mangî piř kułmey hełê, afaqî can degrê bełê
awa debê řojî bitan, lem çerx û peřgare mebes
her kes wekû min řûte bê, řîşey gyanî sûte bê
piřdaxî ebroyî keç û, perdaxî řûy yare mebes
derdî derûne, ser nîye, le îşî mû beder nîye
le çaw û ẍemze derneçê, casûsî esřaře mebes
sewze be guł çinînewe, xunçe be pêkenînewe
herçî be bulbulan deka, xwênînî gułzare mebes
pişkûnî pişkoPen nameye lebî, boye desûtê ẍebẍebî
sifreyî sîng û memyetî, met’emî huşyare mebes