ke sûk sûk dête pêş, sema deka nefes nefes

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  96 views
ke sûk sûk dête pêş, sema deka nefes nefes
xetî wenewşe top top, edate zułfî des be des
xerîkî řîke řîke dił, esîrî sîře sîře řû
xeyał û xałe kêşe kêş, ’uzar û zułfe kes le kes
be lence nextê day tekan, sewze şemame hełtekan
hezar gyanî xoşewîst, fîday memanî nîweřes
bade wekû ḧeya řija, leser kirasî «nûrîye»
dîde be dîmenî pija, le řeng û řûyî beske bes
řojî wîdade dadî min, çi řoje jane seryetî
şewî sefa hejan eka, «medîḧe» sûrî deske bes
watey kiçanî «corc»e dê, cewahêrî le corî dił
têkeła be cergî min deka, çi baqe baqe xar û xes
cenabî řûyî kareba, ke ba ḧîcabî la eba
tirîsk û tawî serbeser, exate çawî xizim û kes
penîregşite řûyetî, momî sipî bazûyetî
cefa be yaran xûyetî, pêřa nega firyadřes
destim le toqeda teqî, geyme witarî nesteqî
wek minî zarî derbeder, řacîPen nameye wişk û bê hewes