ke sawî da, biroy şimşêrî ełmas

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  96 views
ke sawî da, biroy şimşêrî ełmas
biroy şeydî, şikandî piştî qeymas
be xwênî çawî min, dinya řuwandî
guł û nesrîn û sewsen, mord û nesnas
le derdî hîcreta wa quř depêwim
be eşkî germ û ahî serd, serî kas
birînî dił, le řazî kêwî ’îşqit
derî kirdin, hełałe û şing û řêwas
şikartey bextî bed, wişk û xesare
zibareyşim nîye, wek aletî das
dyare qûtî zistanim defewtê
le hawîna, îlahî nas û ecnas
nimek gîrit nebê řacîPen name, ’ecîbe
weha çake, le to zeḧmet bika pas!