kewtûme tawî ’îşqewe, zanrawe ger nabim xelas

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  96 views
kewtûme tawî ’îşqewe, zanrawe ger nabim xelas
berbû le dił agir be taw, bê derdî ser nabim xelas
mecbûrî dîdarim senem, meḧu û giriftarim senem
serxoş û bêzarim senem, qet serbeser nabim xelas
sewdaserî gułzartim, muştaqî lêw û zartim
aşuftey zułfî xartim, ey cîlweder nabim xelas
ey şahnazî diłberan, ey mutrîbî yaranî can
xistimte bendî bê eman, řojî qeder nabim xelas
min řût û qût û ’aczim, zerd û řeq û wişk û kizim
gîrawî dawî payzim, xakim beser nabim xelas
peyweste, weḧiş û bêkesim, bê des û pê û firyařesim
gîrodeyî xar û xesim, małim xeter nabim xelas
xałit be kuştin ḧazre, ebrot be ẍemze da’îre
řût bo ’ezabim agire, ey leb şeker nabim xelas
her şew be ẍem, cêgem seqer, jehir û zeqûmim dêteder
gyan û dił û dînim le der, ey xoş kemer nabim xelas
řacîPen name! leyar şekwa ekem, ke kes neypirsî řa ekem
małî xuda awa ekem, bûm derbeder nabim xelas!