ey qelender besyetî sa mince minc û mirçemirç

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  113 views
ey qelender besyetî sa mince minc û mirçemirç
şarî beẍda û parsî girt, leşkirî kakoł û pirç
ta be hîwa řanega, em dił kujawey derbeder
her wekû dawî hetîte, xoyetî lawaz û çirç
yar û amoza û birader, lêm ke bêzar û dijin
boye emnîş, herçî eybînim piłînge û şêr û wirç
her wekû caran, be yadî řûmet û sîng û berok
dił giřî girtotewe, piř bû henawim qirçe qirç
wa buẍazey ser bekuł hat û le hełçûn řû eka
coşî pê sendotewe çawî xumarit zirçezirç
xełkî şarî koye yarî serkeş û taq û benaw
terz û barîk û biłind û nerim û şilk û çust û gurç
pêt biłêm řacîPen name ke geyye diłberit, mîwey jyan
çende xoşe çeşnî xirçe, bîkirojî xirçexirç