bo ’aşiqî řîswayî, diłdadeyî enwer kiç

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  103 views
bo ’aşiqî řîswayî, diłdadeyî enwer kiç
bo lezzetî tenhayî, qed nazkî esmer kiç
piř naz û nyaz û lêw gułnar û tereb etwar
poşawî tem û enwar, sułtanî mu’enber kiç
řûxoş û nerim guftar, dił nazk û meh řuxsar
bo şewq û sefa bêdar, tuřřey zeřî eḧmeř kiç
engustî wekû kafûr, kakołî wekû deycûr
ebro be hewa me’mûr, taqaneyî exter kiç
kiç bote yedî beyza, bo řesmî teḧeddî kiç
kiç bote mehî ken’an, bo çawî sefager kiç
teşrîfî kiçî mekteb, ger bênê be xendey leb
dênête desim metłeb, qet nebuwe mukedder kiç
ger qametî barîke, xałî wekû tacîke
zînet le memalîke, me’lûme le defter kiç
şem’î şewî yełdaye, ’îczî demî ’îsaye
xoşnî’metî mewlaye, řakêşe seruber kiç
řacîPen name nezerî ’alem giştî le kiçe hemdem
hem zînetî dinya kiç, hem ḧorîy kewser kiç!