řezî bê xawenim neřşayewe, tiłmaskî piř xun ka

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  124 views
řezî bê xawenim neřşayewe, tiłmaskî piř xun ka
ber û mîwey be şîrînî newesta û ême cun cun ka
seraperdey şehî, mabeynî çwarbaxî ke řewşen kird
ebê naskołe řawêjê le qesir û ḧewş û hamun ka
beber çexmey hunerda têpeřênin, dewłemend û řût
yekêk zêřan le bin ’erd û yekêk zêřan le gerdûn ka
le meydanî kirê, bang řa’ehêłê her seḧer, bulbul
ke řojîş hateder, her çawe dê, firmêskî gułgun ka
nehêłim çake destim berbida, ew şoxe şîrîne
heta agir lenaw çawim exa û mêşkim le hawin ka
emin bêjînge xakêkim, be bawkî lendenî nadem
eger hozî hejarîşim, hezar newrozî lê win ka!
biłê fîr’ewne mîsrî girt û nêrî kuşt û mêy berda
îtir, bo cûlekey me kêye? wek musaw û harun ka
zemanî pîr û caḧêłîm, xerîkî maçî lêwî bûm
ke lêwim pêwenanûsê û, didanim lêwe memnûn ka
wekû mindałî naw sik, her mijîm û tamî nemzanî
emêsta tał û tîjî dê be gijma, çawî xatûn ka?
îtir kêye le dunya, textî yar û bextî wajûn bê?
wekû min yarî şîrînî, ziman piř ’etir û sabûn ka
serî şadî nenême ’erd û peymane heta mawim
diłim her hamuşoy bazařî bîrî berz û sercun ka
nesîm pişkojekanî serçiłanî daçłandin lêm
be nawî darî gendeł, taze jîkoPen name ser le pişkun ka!